Mihrîcana Fîlmên Jinan a Uçan Supurge dest pê dike

img
ENQERE - 21'emîn Mihrîcana Fîlmên Jinan a Gêzik ên Difirin (Uçan Supurge) ya bi têmaya "Hêvî" di navbera 10-17'an de dest pê dike. 
 
21'emîn Mihrîcana Fîlmên Jinan a Gêzik ên Difirin (Uçan Supurge) ya Navneteweyî di navbera 10-17'ê Gulanê de li Enqereyê dest pê dike. Mihrîcan bi têmaya "Hêvî" dest pê dike. Dê bi zêdeyî 60 fîlman li Buyulu Fener, Navenda Hunerên Hemdem û Navenda Çanda Fransî pê şêndin. Li gel pêşandana fîlman dê gelek şahiyên din jî bê pêşandan. Di bernameyan de dê Derhênera Îranî Rakhshan Banietemad wekî mêvana rûmetê amade bibe. Dê Yekemîn seroka jin a Zelanda Helen Clark jî di nava mêvanan de cihê xwe bigire. Dê xwediya xelatên Têma lêkolîner filozof, nivîskar Prof. Dr. Ioanna Kuçuradî amade bibe. 
 
Koordînasyona Çapemeniyê ya Mihrîcana Fîlmên Jinan a Kêzik ên Difirin Senem Kirkit, diyar kir ku bi vê mihrîcanê armanc dikin ku ji bo bêtir jin di nava civakê de bên dîtin û humerê wan derkevin pêş hewldanek wisa pêş dixin. Kirkit, da zanîn ku xwe nûkirin her dem hevîyê bi xwe re tîne û ew dixwazin her dem xwe nû bikin û her dem bi hevî bin. Hemû fîlm di sala 2017'an de hatine amadekirin. Tenê 4 heb promiyerê 2018'an hene. 2 jê belgefîlm 6 film hene. 
 
MA / Berivan Altan