Ji bo girtiyan lîstika ‘Mirin di Xewê de bû’ hat lîstin

img
AMED - Li Amedê ji bo girtiyên siyasî lîstika şanoyê ya “Mirin di Xewê de bû” hate lîstin. 
 
Bi organîzasyona Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Amedê ji bo girtiyên siyasî li Şanoya Bajar a Amedê lîstika “Mirin di Xewê de bû” hate lîstin. Lîstik, ji hêla Tiyatro Îmge ya girêdayî Weqfa Lêkolînên Zanist Perwerde Çand û Hunerê (BEKSAV) ve hate lîstin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de lîstik ji hêla gelek kesan ve hate temaşekirin.  
 
'MUXALEFETA CIVAKÎ DÊ TECRÎDÊ BIŞIKÎNE’ 
 
Endama Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) Satiye Ok beriya bernameyê axivî û wiha got: “Hem li hundir hem jî li derve me cihê xwe di eniya berxwedanê de girt. Hewl didin tecrîda li ser Ocalan û girtiyên din girantir bikin. Her ku me bersiv da tecrîda li girtîgehan tecrîd hate şikandin. Îro jî dê tecrîda li hundir bi saya muxalefeta derve bê şikandin. Nobetên ku malbatên me dane destpêkirin heye. Divê em piştgiriyê bidin, ji girtiyan re qertan bişînin û piştgiriyê bidin çalakiyên partiyên xwe û piştevaniyê bidin berxwedanê. Hem li hundir hem jî li derve em ê bi hev re tecrîdê parçe bikin.” 
 
‘BI ÎMRALIYÊ RE HEVDÎTINÊ BIKIN’
 
Ji xizmên girtiyan a di Nobeta Edaletê de Halîme Topuz jî wiha got: “Di serî de Ocalan, ji hemû girtîgehan re silavan dişînim. Bi sala ye li pêşiya girtîgeha me. Me bi hezaran caran ji Wezareta Dadê re daxwazname nivîsandin. Em daxwaza ziman û nasnameya xwe dikin. Tecrîd li ser hemû kesî ye. Em di vî temenê xwe diçin nobetê digirin. Li gorî min me tecrîd şikand. Banga me ji bo Wezareta Dadê û hemû rayedaran e; bi Îmraliyê re hevdîtinê bikin.” 
 
Piştî axaftinan jî lîstik hate lîstin. Temaşevanan rabûn ser pêyan ji bo lîstikvanan çepik lêdan. Her wiha dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. 
 
DERHEQÊ LÎSTIKÊ DE
 
Lîstika “Mirin di Xewê de bû’ pêvajoya rojiya mirinê ya çar rewşenbîran a li welatê Amerîkaya Başûr vedibêje. Şanoger Cûma Boynukara bi tena serê xwe lîstikê dilîze. Di heman demê de lîstik balê dikişîne ser tiştên li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê.