'Qral û Travîs' Li Amedê derket pêşberî şanohezan

img
AMED  - Lîstika Şano Arê ya bi navê “Qral û Travîs” li ser dîka Şanoya Bajêr a Amedê hat lîstin.
 
Lîstika “Qral û Travîs” ku bi derhêneriya Yakûp Selîmoglû û di bin banê Şano Arê ve hatiye amadekirin, li eywana Şanoya Bajêr a Amedê hat lîstin. Lîstik rastiyê eleqeyeke mezin hat û eywana şanoyê tije bû. Temaşevanan bi çepikên xwe kêfxweşiya xwe anîn ziman û saeteke têr û tije derbas kirin. Di lîstikê de şanoger û lîstikvan Bahoz Ozsûnar û Denîz Ozer dilîzin û performansa wan ji hêla temaşevanan gelek hat ecibandin.
 
‘EV PERGAL DÊ TÊK BIÇE’
 
Di dawiya lîstikê de lîstikvan Bahoz Ozsûnar çend gotin kirin û da zanîn ku lîstika wan ji hêla Qeymeqemtiya Panosê ve bêyî hincet hat qedexekirin û wiha got: “Lê bersiva herî baş we temaşevanan bi tije kirina vê eywanê da wan. Dê ev pergal her tim bi we têk biçe. Kengî lîstikeke kurdî, konsereke kurdî bê qedexekirin, piştgiriyê bidin wan û wan tenê nehêlin. Ev pergal dê têk biçe.”
 
MIJARA LÎSTIKÊ
 
Travîs Pîne welatiyeke Amerîkayê ye û tevî gelek caran der barê welatê xwe de şikestinan dijî û xizan e. Gelek ji welatê xwe hez dike lê belê tevî şikestinên xwe dûrî pirsgirêk û geşedanên li welatê xwe jî namîne. Travis difikire ku serokê welat, welat baş birêve nabe û li gorî wî her ku diçe welat bêhtir ber bi xerabûnê ve diçe. Ji ber vê yekê Travis nêrînên xwe yên der barê welat de ji serokê welat re nameyan dişîne. Ji ber xwedina nameyan serokê welat wek neyînî bandor dibe. Rojekê ajanê FBI’yê Tom Walker tê mala Travis. Peywira ajan Walker astengkirina nameyên Travis e. Lîstik der barê Travis Pine ê kal û çîroka wî ya rojane, kenokî û kefxweş de ye. Herwiha polîtîkayên hikûmet û rayedarên Amerikayê yên xirab û bandora van polîtîkayên neyînî yên li ser mirovahiyê û cîhanê radixe ber çava