Li dijî bişaftina çandî tevdigerin

ŞIRNEX - Li Silopiyayê jin li dijî qirkirin û asîmîlasyona çandî tên cem hev û çanda kevnare zindî dikin. Jinên ku yekane armanca wan ew e ku destkariya jinan nedin jibîrkirin, xwestin ku jin xwedî li çand û hûnera xwe derkevin. 

 
Li navçeya Silopiyayê şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Silopiyayê bi armanca ku çanda destkariyê ya jinan mayinde bihêle, li dijî polîtîkayên bişaftinê yên li ser çand û hunera kurdî qursên şeleme, dezbîng û doxînê dabû destpêkirin. Qursa ku rastî eleqeyeke gelek mezin dihat, piştî serlêdanan dest pê kir. Li qursên ku li bazara kedê ya jinan hatiye destpêkirin, jin di her warê destkariyê de perwerde dibin. Di heman demê de jî bi hev re wext û demên xweş derbas dikin. Qursên ku bi taybetî rastî eleqeyeke zêde ya dayikan tên, yekane armanca wan ew e ku vê çandê nifş bi nifş veguhêzînin û zindî bihêlin. 
 
'DIVÊ MIROV NEDE JIBÎRKIRIN'
 
Ji jinan Sadiye Eren (53) ku şeleme çêdike, behsa zehmetiyên çêkirina wê kir û got ku parastina vê çandê erka jinan e û wiha axivî: "Şeleme kevneşopiyeke me ya kevnare ye. Şeleme hem ji aliyê mêran ve hem jî ji aliyê jinan ve tê bikaranîn. Berê şeleme di nava jiyana rojane de dihat bikaranîn, lêbelê bi guherîna demê re êdî ew jî tenê di rojên taybet ê wekî dawet û şahiyan de tê bikaranîn. Kesên ku temenê wan mezin hê niha jî bi ser kiras û fistanan û şel û şepikan bi kar tînin. Şûtik di heman demê de ji bo pişta mirovî jî baş e. Çêkirina şûtikê zehmet e, kesên ku çêdikin divê çav û destên wan baş bixebitin. Hin kes bi gelek rengan çêdikin, hin kes jî xwerû çêdikin, ew jî li gorî daxwaza mirovan e. Lê rengê wê yê diyar kesk, sor û zer e. Raçandina wê reş e û sê golî dikevinê. Heke mirov her tim çêneke jî mirov çêkirina wê zû jibîr dike. Divê mirov xwedî li vê çanda xwe ya kevnare derkeve û nede jibîrkirin."
 
'ÇAND NASNAMEYA GEL E'
 
Zehra Alga (49) ku teşiyê dirîse destnîşanî giringiya teşiyê kir û bi lêv kir ku ew naxwazin ev çand winda bibe û got: "Teşî çanda jinan e. Dema ku jin diçûn zozanan bi teşiyê tûrik çêdikirin, kon çêdikirin, gore, parzîn û çenteyên şivanan çêdikirin. Her tişt bi teşiyê çêdikirin. Ewilî hiriyê tînin dirêsin, badidin û dikin tevn. Ev çand mirateya dayikên me ye. Her tiştê xwe bi teşiyê çêdikirin. Em naxwazin ev çand tune bibe. Em dixwazin ev çand her tim zindî bimîne. Lê mixabin ber bi tunebûnê ve diçe. Li gel pêşketina teknolojiyê ev çand jî tên jibîrkirin. Çand nasnameya gel e. Ev çanda me ye û em naxwazin çanda xwe jibîr bikin. Ev jî dikeve ser milê jinan, divê jin nehêlin ku çanda wan a kevnare winda bibe. Armanca me ya kombûna li vir jî ew e ku vê çandê nedin jibîrkirin."
 
'DEWLET NAHÊLE KU ÇANDA KURD BI PÊŞ VE BIÇE'
 
Nûriye Atmiş (60) jî destnîşanî polîtîkayên dewletê yên li ser çand û hunera kurdî kirin û daxwaz kir ku jin xwedî li çanda xwe derkevin û ev tişt got: "Armanca me ya kombûna vê derê ew e ku em çanda xwe bidin jiyîn. Berê her tiştê me jinan bi destê xwe çêdikir. Me hemû kincên zarokên xwe çêdikirin. Lê belê niha êdî ne wisa ye. Lê astengiya herî zêde jî dewlet e. Dewlet nahêle çanda kurd pêşve biçe. Ew saziyên çand û hûnerê hemû girtin. Dewletê yek carê dest danî ser û ew çand asîmîle kir. Bû sedem ku gel çanda xwe jibîr bike. Lê bi nêrîna min divê gel li tevî van polîtîkayan jî çanda xwe jibîr neke. Berê me her tiştê xwe bi xwe çêdikir. Em dixwazin nifşê nû, bi taybetî jî jin guh bidin me û vê çanda berê jibîr nekin. Heke em wekî çanda xwe ya berê em tev bigeriyana û çanda tirkî bandor li me nekiraya dibû ku em niha di vê rewşê de nebûn. Dewletê çanda me asimîle kir lê divê ku em li dijî vê hişyar bin û di her qadên jiyanê de çanda xwe bijîn."
 
'DIVÊ KU JIN XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERBIKEVIN'
 
Besna Aslan ku nexşan çêdike jî da zanîn ku li gel pêşketina teknolojîyê çanda destan jî kêm bûye û got: "Ji bo ev çanda me ya pîroz û kevnare neyê jibîrkirin em li vir in. Çanda me çandeke xwezayî ye. Berê ceyran nebû û ked û debara me hemû bi destan bû. Ev nexş jî me ji cih û nivînan re çêdikir. Ev nexşên ku me çêdkirin me bi dîwaran ve daldiqandin. Keda berê xweş bû. Me çixan jî çêdikir. Çêkirina wê pir zehmet e. Berê her jinê dizanibû vê çêbike. Lê ev çand jî niha miriye. Niha yê ku di fabrîkeyan de tînin distînin. Em dixwazin em vê çandê jibîr nekin. Heke em jibîr bikin dê zarokên me jî nizanibin û dê ji holê rabe. Divê jin xwedî li kevneşopiya xwe derkevin û vê çandê nedin jibîrkirin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût