Derhênerê lîstika hatiye qedexekirin: Em ê hilberînê bidomînin

img
ÊLIH - Derhênerê lîstika bi navê “Qral û Travîs” Yakûp Selîmoglû ku Qeymeqamtiya Panosê nehişt were lîstin, destnîşan kir ku ew ê li dijî qedekirinan, ji bo pêşxistina hunera kurdî hilberînên xwe bidomînin. 
 
Qeymeqamtiya Panosê di 17’ê çileyê de lîstika kurdî ya derhêner Yakûp Selîmoglû a bi navê “Qral û Travîs” ku dê li Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Panosê bihata lîstin, bêyî sedemekî nîşan bide asteng kir. Derhêner Yakûp Selîmoglû û lîstikvan Denîz Ozer biryara astengkirinê nirxandin.  
 
SELÎMOGLÛ: EM Ê HILBERÎNÊ BIDOMÎNIN
 
Derhêner Selîmoglû destnîşan kir ku saziyên fermî bi biryarên wisa dikevin “rewşekî pêkenok" û wiha axivî: “Îro li gelek bajarên Tirkiyeyê, gelek lîstikên şanoyê yên bi kurdî di heman wextê de tên lîstin. Her qedexeyek di nava xwe de bi dehan lîstikên kurdî diafirîne." Selîmoglû, da zanîn ku ew ê biryarên li dijî zimanê kurdî nas nekin û anî ziman ku ew dê ji bo zimanê kurdî û pêşketina çand û hunera kurdî, hilberînên xwe bidomînin.
 
OZER: KURDÎ BE BES E
 
Lîstikvan Ozer jî diyar kir ku heman lîstîk bi gelek zimanan hatiye lîstin û nehatiye qedexekirin. Ozer, da zanîn ku ji ber zimanê lîstikê bi kurdî bû hatiye qedexekirin û wiha domand: "Zimanê lîstikê bi kurdî be ji bo wan bes e. Ev biryar li dijî ziman û çanda kurdî ye. Berî ku li naveroka wê binêrin, lîstik qedexe kirin. Lîstik têkildarî bûyereke li Amerîkayê ye. Em vê yekê bi teqez qebûl nakin. Berî niha jî der barê lîstikên bi kurdî biryarên qedekirinê hatin dayîn. Lê belê tu hewldanên qedexekirin û astengkirinan dê nikarin pêşî li jiyana me ya bi çand û hunera kurdî bigirin. Em ê li dijî vê biryarê bêhtir xebatên bi kurdî, bêhtir şanoya bi kurdî, bêhtir xebatên çand û hunerê bidin meşandin.”
 
NAVEROKA LÎSTIKÊ
 
Travis Pine (Qral û Travis): Travîs welatiyeke Amerîkayê ye û tevî gelek caran der barê welatê xwe de şikestinan dijî û xizan e. Gelek ji welatê xwe hez dike lê belê tevî şikestinên xwe dûrî pirsgirêk û geşedanên li welatê xwe jî namîne. Travis difikire ku serokê welat, welat baş birêve nabe û li gorî wî her ku diçe welat bêhtir ber bi xerabûnê ve diçe. Ji ber vê yekê Travis nêrînên xwe yên der barê welat de ji serokê welat re nameyan dişîne. Ji ber xwedina nameyan serokê welat wek neyînî bandor dibe. Rojekê ajanê FBI’yê Tom Walker tê mala Travis. Peywira ajan Walker astengkirina nameyên Travis e. Lîstik der barê Travis Pine ê kal û çîroka wî ya rojane, kenokî û kefxweş de ye. Herwiha polîtîkayên hikûmet û rayedarên Amerikayê yên xirab û bandora van polîtîkayên neyînî yên li ser mirovahiyê û cîhanê radixe ber çavan. 
 
MA / Fethî Balaman