Li Mêrsînê Serê Salê hate pîroz kirin

img
MÊRSÎN - Aktîvîteya Serê Salê ya Komeleya Sanatoliyayê li dar xist rastî eleqeyeke zêde hat. Di aktîvîteya bicoş hate pîrozkirin de, ji bo sala nû bibe wesîleya aştiyê, banga piştgiriya ji bo Nobeta Edaletê hate kirin. 
 
Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê ya Mêrsînê (Komeleya Sanatoliya) serê salê ku gelê kurd li gorî Salnameya Rûmî her sal di 13’ê Çileyê de pîroz dikin, li avahiya komeleya xwe pîroz kir. Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz, Nûriye Aslan, Dayikên Aştiyên yên Nobeta Edaletê didomînin û nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdar bûn. 
 
Rêveberê Komeleya Sanatoliyayê Emîn Aksû yê têkildarî navorka aktîvîteyê axivî, xwest ku sala nû di serî de gelê kurd ji bo hemû gelên Mezopotamyayê bibe wesîleya azadî û aştiyê. Aksû, berxwedana Nobeta Edaletê ya Dayikên Aştiyê ji bo pêkhatina azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê û çareseriya pirsgirêka kurd dane destpêkirin, silav kir û xwest herkes piştgiriya vê çalakiyê bike. 
 
Piştî axaftinên hatin kirin, aktîvîte bi erbane, gotina helbest û klamên dengbêjiyê berdewam kir.