Hejmara 47'an a Kovara Jînê derket

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 47’an a Kovara Jînê bi manşeta “Têkoşînên jinan ên rejîma tecrîdê ya netewe dewletan dişikîne” derket. 
 
Hejmara 47’an a Kovara Jînê bi manşeta “Têkoşînên jinan ên rejîma tecrîdê ya netewe dewletan dişikîne” derket. Kovara ku weşana xwe heftane dike, di vê hejmarê de cih da têkoşîn û tecrûbeyên jinên tev li konferansa “Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li Dora Jinên Girtî yên Siyasî” ku Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê li dar xistî bû. 
 
Nivîsên di vê hejmarê de hatine weşandin wiha ne: 
 
* Jinên ku nikarin li hundir hefs bikin / Rûşen Seydaoglû
 
* Hevpeyvîna bi aktîvîsta filipînî û Sekretera Giştî ya Parêzerên Yekitiya gel a Neteweyî Kristina Conti re / Koma Kovara Jînê 
 
* Hevpeyvîna bi Nûnera Sinn Féinê ya Ewropayê Martina Anderson re / koma Kovara Jînê – Werger: Melîs Înan 
 
* Demokrasiya Xwecihî / Halîma Bayram, Jiyan Aslan 
 
* Dengê Me Bibihîsin / Cansu Kaplan