Dixwaze bi wêneyên rojnamevanên qetilkirî pêşangehekê li dar bixe

img
AYDIN - Wênesaz Enver Şahîn diyar kir ku ew pirsgirêkên gelê kurd di tabloyên xwe de xêz dike û got ku xeyala wî ya herî mezin bi wêneyên rojnamevanên hatine qetilkirin vekirina pêşangehekê ye.
 
Wênesaz Enver Şahîn (60) ku ji zarokatiya xwe ve xwestiye bibe wênesaz, piştî teqawit bûye vê xeyala xwe pêk aniye. Şahîn piştî ku birayê wî di Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an de tê girtin, ji ber zextên li ser wan zêde bûne, neçar mane ji gundê Xeskar ê navçeya Golanê ya Erdexanê koçî Stenbolê bikin. Şahînê ku piştî kutakirina dibistana seretayî, tevî malbata xwe koçî Stenbolê dike, li vir di karê tekstîlê de dixbeite. Şahînê ku ji zarokatiya xwe ve xeyala wênesaziyê dikir, her çend dem bi dem wêne çêkirine jî, lê ji ber zehmetiyên aborî nikaribûye xeyala xwe pêk bîne. Şahîn piştî teqawît bûye, li Taxa Derekoyê ya navçeya Ortaklar a Aydinê bi cih bûye û li kargeha ku li wir ava kiriye, pirsgirêkên kurd bi wan re rû bi rû dimînin, li ser tuwala xwe xêz dike. 
 
Şahîn ku di tabloyên xwe d epiranî pirsgirêkên kurdan dide der, wêneyên çêdike jî dide saziyên kurdan û hewl dide tevkariyekê li saziyên kurdan bike. Şahîn ku nêzî 20 sal berê tevî 3 hevalên xwe li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) wêneyên xwe pêşkêş kiriye, dixwaze portreyên rojnamegerên hatine qetilkirin xêz bike û ji bo wan pêşangehekê li dar bixe. 
 
Şahîn diyar kir ku di sala 2014'an de li Aydinê atolyeyek ava kiriye û wiha got: “Helbestvan û peyv li hev dikin. Ew derd û kulên xwe bi pirgirêkaênd idin der. Ez jî hestên xwe bi wêneyan tînim ziman. Her kes xwedî qebîliyetekê ye. Ji zarokatiyê ve meraqa min li ser tiştekî wiha hebû. Lê birayên min ketin girtîgehê û sirgûn bûn. Loma jî min nikarîbû tim û tim çêbike. Lê piştî ku hatim vir, min atolyeyeke ava kir û min dest bi wêneyan û çêkirina peykeran kir." 
 
Wênesaz Enver Şahîn
 
Şahîn da zanîn ku gelê kurd rastî gelek binpêkirina mafan tên û ji ber vê yekê tiştên diqewimin di tabloyên xwe de nîşan dide. 
 
WÊNEYÊN XWE DIDE SAZIYÊN KURDAN
 
Şahîn anî ziman ku ew ji bo pêşxistina çanda kurdî têdikoşe û got: “Ez dixwazim bi hevalên xwe yên din re di atolyeya xwe de bixebitim. Werin em bi hev re çi erênî çi neyînî rexne bikin. Werin em tevkariyê li hev bikin. Tabloyên ku çêdikim nafiroşim. Ez teqawît im, besî min e. Ez tabloyên xwe didim federasyon, komele û şaredariyan."
 
‘PORTREYA ROJNAMEVANÊN KUŞTÎ'
 
Şahîn anî ziman ku divê civak bibe hevparê êş û kêfxweşiyê û got ku xeyala wî ya herî mezin ew e ku portreyên rojnamegerên kurd ên hatine qetilkirin xêz bike û ji bo wan pêşangeheke hunerî li dar bixe. 
 
MA /  Delal Akyuz