KASED’ê komxebata ‘Di Qada Çand û Hunerê de Têkoşîna Jinê’ li dar dixe

img
AMED - KASED bi navê “Têkoşîna Jinan ya di Qada Çand û Hunerê de” komxebatê li dar dixe. Seroka KASED’ê Salîha Ayata di komxebatê de destnîşan kir ku jin ji berê ve li dijî sînorkirin, qedexe û nêzîkatiyên hunerê yên zilam, têdikoşin û got: “Taybetî jî jinên kurd têkoşîneke bêhempa dan.”
 
Komeleya Wêje, Çand û Hunerê ya Jinan (KASED), bi sernavê “Têkoşîna Jinan ya di Qada Çand û Hunerê de " komxebatekê li dar dixe. Komxebat di avahiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DSTO) de tê lidarxistin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hunermend, şanoger, wêjekar, lîstîkvan, muzîkjen û nûnerên saziyên sivîl tev li komxebatê bûn. Jinan bi cilên kurdewarî tev li komxebatê bûn. Di komxebatê de forûmên wekî “Têkoşîna jinan a hebûnê ya di qada çand û hunerê de", "Li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna jinên kurd û di qada çand û hunerê de têkoşîn û tecrûbeyên jinan", "Li Kurdistan û Tirkiyeyê azadiya çand û hunerê, nîqaşên rojevan" û "Di qada çand û hunerê de rêbazên berxwedanê û nîqaşên çareseriyê" dê bên organîzekirin. 
 
JIN BI ÇAND Û HÛNERÊ TÊDIKOŞIN
 
Axaftina vekirinê ji hêla seroka KASED'ê Salîha Ayata ve hate kirin. Ayata, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna 30 salan û got: "Jinên kurd di hemû qadên jiyanê de bi taybetî jî di warê çand û hunerê de ji bo hebûna xwe têdikoşin. Ji bo ziman, çand û hunera xwe têkoşîn dan. Li dijî sînor, qedexe û nêzîkatiya hunerê ya serdest a mêr têkoşîn dan. Jinên kurd têkoşîneke bêhempa dan meşandin û hêj jî dide meşandin. Ji ber vê yekê em dikarin êdî behsa destkeftiyên jinan bikin û xwe bispêrin mîrateya berxwedanê. Bi vê nêzîkatiyê em ji bo îro dibêjin; Em êdî ji xwe re tenê odeyekê naxwazin. Em ji xwe re cih û jiyanekê dixwazin. Em ê ji bo jiyanek azad û wekhev bi çand, huner û zimanê xwe her tim têbikoşin."
 
Piştî axaftina Ayatayê, komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.