Xwebûn bi manşeta ‘Mifteya Serkeftinê têkoşîn e’ derket

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 213’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Mifteya serkeftinê têkoşîn e” derket. 
 
Rojnameya Xwebûnê di hejmara 213’an de nameya girtî Guven Suvarogullari derxist manşetê û bi sernavê “Mifteya serkeftinê têkoşîn e” derket pêşberî xwînerê xwe. Rojnameyê di surmanşetê de cih da sernavê “Divê pirsgirêk çareser bibe” û nirxandinên Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan ên der barê deklerasyona hunermend û nivîskaran de parve kir. 
 
Rojnameyê di rûpela JIN de cih da nivîsa nivîskar Adar Gulan a bi sernavê “Pêngava Azadiyê Global dibe”. Adar Gulan di nivîsê de balê dikişine ser mezinbûna pêngava azadiyê. Di rûpela hevpeyvînê de jî bi sernavê “Gelê Kurd serhildêr e” cih da Hevpeyvîna bi Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn re. Zîlan Vejîn li ser têkoşîna girtiyên siyasî û polîtîkayên rejîma Îranê radiweste. Rojnameyê di rûpela Nûçeyan de jî bi sernavê “Efrîn kirine dojeh” û bal kişand ser kiryarên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê.