Serê Salê li Êlihê bi coş hate pîrozkirin

img
ÊLIH - Li Êlihê pîrozbahiya Serê Salê bi tevlibûna bi hezaran kesan hat lidarxistin. 
 
Mîna salên berê îsal jî Serê Salê li Êlihê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Navenda Çandê ya Baharê bi boneya Serê Salê li eywaneke dawetê ya li bajar bi tevlibûna hezaran kesan pîrozbahî hate lidarxistin. Gelek welatî bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Hunermend Cevdet Bagca, Şêrzat, Koma Sorjiyan, Kolektîfa Rîtmen Azad û dengbêj derketin ser dikê. Di pîrozbahiyê de coşeke mezin hebû û lîstikên şanoyê jî hatin pêşandan. Li eywanê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Beşdaran demekî dirêj govend gerandin.