Amed xwe ji Serê Salê re amade dike

img

AMED - Endamê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Mehmet Alî Taşçi yê diyar kir ku li Amedê xwe amade dikin Serê Salê bi hin cure aktîvîteyan pîroz bikin wiha got: “Naveroka aktîvîteyên têr û tejî ye. Dê çend surprîzên me jî hebin.”

Gelê kurd Serê Salê li gorî Salnameya Rûmî di 13’ê çileyê de pîroz dikin. Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Çocûkça, Komeleya Anka ya Sûrê, Komeleya Rengareng Ûmûtlar, Komeleya Genç Alan û Şanoya Bajêr a Amedê dê Serê Salê li Amedê bi hin cure aktîvîteyan pîroz bikin. Pîrozbahiyên Serê Salê dê bi aktîvîteya “Kosegeriyê” dest pê bikin. Dû re li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê koma erbanê û dengbêj derkevin ser dikê. Ji bilî pêşkeşkirina Stend-up’ê dê gelek hunermend derkevin ser dikê. Aktîvîte dê saet 18.00’an dest pê bikin. 
 
‘EM HEWL DIDIN KEVNEŞOPIYA XWE BIGIHÎNIN MIROVAN’ 
 
Endamê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Mehmet Alî Taşçi
 
Endamê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Mehmet Alî Taşçi yê têkildarî aktîvîteyan axivî, destnîşan kir ku 13’ê Çileyê kevneşopiyeke. Taşçi, da zanîn ku ew bi xwe hewl didin vê kevneşopiyê bidin jiyîn û wiha got: “Em bi vî awayî digirin dest û pîroz dikin. Îro di nav civakê de li hemberî çand û ziman biyanîbûnek heye. Ji ber vê yekê em hewl didin li her kolanê li her derê kevneşopiya xwe bigihînin mirovan. Em dixwazin biyanîbûna li hemberî çand û ziman bi dawî bikin.”
 
Taşçi, da zanîn ku aktîvîteyên wan dê bi “Kosegeriyê” dest pê bikin û dê bi vê aktîvîteyê li kolanan bigerin û anî ziman ku ev yek di gel de kelecaniyeke mezin diafirîne. Taşçi, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em derketin kolanan ciwan wateya wê nizanibin jî mirovên pîr bi çavên hestiyar nêzîkî me dibin. Bi ‘Kosegeriyê’ jin xwe weke zilaman, zilam xwe weke jinan lê dikin û kolanan û malan digerin.”
 
‘HER SAL TEVLIBÛN ZÊDETIR DIBE’ 
 
Taşçi, anî ziman ku xwedî derketina gel gelek zêde ye, 3 sal in hewl didin aktîvîteyan li ser hev bikin û bi lêv kir ku îsal bi gelek saziyan re xebateke hevpar dimeşînin. Taşçi, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwedî derketin her sal zêdetir dibe. Me îsal jî xebatên xwe kirin. Me îsal xebatên ku bi zêdetir kesan re bikarin werin bahev û xurttir derbas bibe kirin. Naveroka aktîvîteya me têr û tejî ye. Dê çend surprîzên me jî hebin. Bawer im dê cihê me tê re neke, em bawer dikin ku tevlibûn dê zêde bibe.”
 
Taşçi, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em jî dê bi vê coş û keyfxweşiyê sala nû pêşwazî bikin. Daxwaza me ya ji gel ew e ku xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Zarokên me ji çanda xwe dûr ketine, em bi wan re bi kurdî biaxivin û çanda xwe bidin jiyîn.”
 
MA / Şîlan Çîl