Li Farqînê qursên kurdî dest pê dikin

img
AMED - Rêveberê Şaxa MED-DER’ê ya Farqînê Mahsûm Karakoç ji bo serlêdanên qursên zimên bang li farqîniyan kir û wiha got: “Ziman şitla welêt û civakê ye. 15’ê vê mehê qursên me dest pê dikin. Werin xwedî li zimanê xwe derkevin.”
 
Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) ku di sala 2017’an de hat avakirin, di 2021’ê de li navçeya Farqîna Amedê jî nûnertiyek vekir. Çendî ji ber pandemiyê demekê navber dabe xebatên xwe jî, Şaxa MED-DER’ê ya Farqînê perwerdehiya bi ziman û çanda kurdî berdewam dike. Şaxa MED-DER’ê ya Farqînê di 15 Çileyê de dest bi qursên xwe yên ziman dike û ji asta destpêkê heta ya mamostetiyê li benda şagirtan e. 
 
‘EM DIXWAZIN ZIMAN Û ÇANDA XWE BIDIN JIYÎN’
 
Yek ji Rêveberê Şaxa MED-DER’ê ya Farqînê Mahsûm Karakoç, têkildarî xebatên xwe ji ajansa me re axivî. 
 
Karakoç destnîşan kir ku wan li Farqînê 3 sal berê wekî nûnertiyeke MED-DER ava kirine û dest bi xebatên xwe kirine. Karakoç anî ziman ku ew piranî li ser ziman xebatan didin meşandin. Karakoç diyar kir ku mamosteyên wan li ser ziman û folklorê perwerdehî dane û wiha berdewam kir: “Me piştî 3 mehan sertîfîkayên xwe li belavî şagirtên asta destpêkê kirin. Piştre kesên asta destpêkê qedandî derbasî asta duyemîn bûn û asta duyemîn jî bi serfirazî xelas kirin. Piştî vê yekê pêvajoya pandemiyê dest pê kir û perwerdehî hat rawestandin. Li pey wê jî erdhej rû da û avahiya komeleyê derz bû. Lewma xebatên me dîsa sekinîn. Dîsa jî (peyder pey) me xebatên xwe di nav gel de meşand. Weke saziya ziman em qûrsên xwe yên ziman careke din li dar dixin. Ji asta destpêkê heta asta mamostetiyê talebek heye. Em jî dixwazin li dijî polîtîkayên bişaftinê bertek nîşan bidin û zimanê xwe çanda xwe bidin jiyîn.”
 
‘FARQÎN JI ALIYÊ ÇAND Û HUNERÊ VE STÛNEK E’
 
Karakoç anî ziman ku Farqîn bi dewlemendiya xwe, bi taybetiya xwe heye û ji bo ziman, çand û hunerê li Kurdistanê stûnek e. Karakoç da zanîn ku ew jî dixwazin parastina vê stûnê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li MED-DER’ê xebat diyar in, atolyeyên ziman, çand û hunerê li dar dixe. Farqîn dergûşa ziman e û divê em jî pêşengtiyê ji vê yekê re bikin. Bi vê hişmendiyê em tevdigerin. Xebatên me dê ji niha pê de jî weke salane bidomin.”
 
‘ZIMAN ŞITLA CIVAKÊ YE’
 
Karakoç destnîşan kir ku ziman şitla civakê ye û wiha berdewam kir: “Divê xwedîderketin pêşiyê li ziman çêbibe û îro mixabin li kûçeyên vî welatî dayikên ku peyveke bi tirkî nezanîbûn, zarokên wan peyveke bi kurdî nizanin. Ev tiştekî xerîb e û dilê me diêşîne. Em dixwazin xwedî derketinek, hişmendiyek ji bo ziman çêbibe. Wê ji bo vê yekê xebatên me bidomin.”
 
QURSÊN ZIMAN DEST PÊ DIKIN
 
Karakoç destnîşan kir ku piştî 15 mehê dê qursên wan dest pê bikin û heke serlêdan pir be ew dikarin poleke din jî vekin. Karakoç diyar kir ku serlêdan dê heta dawiya vê mehê bidomin û wiha pê de çû: “Qursên me dê sê mehan bidomin. Piştre em ê sertîfîkayên wan dibin wan. Di naveroka dersên me de ziman, çand, huner û dîrok hene. Wê qûrsên me têr û tije derbas bibin. Gava em zarokek ku zimanê xwe naaxive dibînin pir diêşin, em bawer in dayîk û bavên wan jî ew ê pê biêşin. Keremkin werin qûrsên me yên ziman hene, xwedî li zimanê xwe derbikevin.”
 
JI BO BERNAMEYA SERSALÊ BANGAWAZÎ KIR
 
Karakoç bi lêv kir ku bernameyeke wan ya serê salê heye û di vê bernameyê de kevneşopî û çanda kurdî dê derbikeve pêş. Karakoç anî ziman ku ew ê bernameyeke têr û tije li dar bixin û ev tişt gotin: “Di 11'ê mehê de li Eywana Sezîkê bernameya me heye. Em dixwazin gelê me beşdar bibin. Şano,helbest, destan, dengbêjî, govend û muzîk wê hebin.”
 
MA / Şîlan Çîl - Bazîd Evren