Hunermend Taşdogan: Min Ziryanim diyarî Şengal û girtiyan kir

img
ÎZMÎR - Hunermendê kurd Kasim Taşdogan anî ziman ku bi strana xwe ya “Ziryanim” hewl da tiştên di komkujiya Şengalê de qewimîne û dengê girtiyan ragihîne û wiha got: “Ez vê stranê diyarî Şengalê û têkoşîna girtiyên bi salan e tên ragirtin dikim.”
 
Wêje û muzîka kurdî her roja diçe bi berhemekî nû re derdikeve pêşberî gel. Hunermendê kurd Kasim Taşdogan jî di 27’ê kanûnê de strana bi navê “Ziryanim” di hemû platformên dîjîtal de pêşkeşî muzîkhezan kir. Taşdogan ê zêdetirî 15 salan e bi muzîkê re eleqedar e, di 5 salên dawî de muzîka kurdî dike. Taşdogan ê bi stranên weke “Rê” û “Xem neke” tê nasîn, helbesta nivîskar û helbestkar Ramazan Çeper ku 23 sal in girtiye ya bi navê ‘Ziryanim’ kir stran. Stran Şengal û gelê êzidî vedibeje. Em bi Taşdogan ê strana çêkir diyarî Şengal û têkoşîna girtiyên siyasî kir re li ser “Ziryanim” û muzîka kurdî axivîn. 
 
Hunermendê kurd Kasim Taşdogan
 
Taşdogan, da zanîn ku “Ziryanim” besteya Ramazan Çeper ê 23 sal in girtî ye ye û wêneyê di klîbê de bikaranîne jî wênesaz Mahmût Ûlûsan ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kandiraya Kocaeliyê tê ragirtin xêz kiriye. Taşdogan, diyar kir ku armanca wî ew e ku çîroka kesên ji ber fikrên xwe girtî ne ragihîhinin e û wiha got: “Helbest behsa Şengal, Êzîdxan û Laleşê dike. Ziryanim tê wateya tofanê. Helbestkar ev helbest di girtîgehê de nivîsandiye. Di dema komkujiya Şengalê de fikrên xwe û tofana di dilê xwe de vegotiye. Helbestkar li wir ji bilî fikr û ramanên xwe nikare tiştekê bike. Me jî xwest balê bikişînin ser komkujiya li dijî êzidiyan. Me di klîbê de wêneyek bikaranî ew jî yê ku Mahmût Ûlûsan xêz kiriye ye. Li girtîgehan dayik zarokên xwe, zarok dê û bavên xwe winda dikin. Temenê wan di zindanê de derbas dibe. Ji ber vê yekê di kesayeta Ramazan Çeper û Mahmût Ûlûsan de min xwest vê stranê ji bo hemû girtiyên siyasî çêbikim. Ez vê stranê diyarî Şengalê û têkoşîna girtiyên ku demekî dirêje li girtîgehê tên ragirtin dikim.”
 
‘HILBERÎN HEYE, EYWAN TUNE YE’ 
 
Taşdogan, bi lêv kir ku kurd di şertên zor û giran de hewl didin muzîk û wêjeyê çêbikin lê heta beriya deh salan jî hilberîn û berhemên nû kêm bûn û di roja me de ev hatiye derbaskirin. Taşdogan da zanîn ku berhemên berê li ser temaya folklorîk a bi radyoyên Êrîvan û Bexdayê hatine çêkirin û diyar kir ku bi taybetî di nava hunermendên ciwan ên kurd de berhemên nû derketine holê. Taşdogan, diyar kir ku ew 3 sal in hilberînê dike û wiha got: “Lê belê qadên ku em xebatên xwe pêşkêşî gel dikin , kêm in . Çap gelek in û cîhên kêm hene ku karê me nîşan bidin. Em tenê dikarin li hin kafe û salonan konseran bidin. Heke debara stranbêjeke nebe, nikare vî karî bike. Hinek weke hobî di nava 3-4 salan de stran an helbestekê binivîsin dibêjin ‘ev têra min heye’. Ji ber vê yekê divê qadên ku muzîk were çêkirin bên pêşxistin. Mînak beşeke mezin a hezkiriyên me li Colemêrgê ye lê 3 sal in saloneke ku em li wir konserekê bidin tune ye. Qeyûm dest danî ser hemû salonan. Ev rewş muzîka kurdî ji pêdiviyê derdixe û dike luks. Tenê dewlemend dikarin guhdar bikin.”
 
‘GELÊ KURD XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKET’ 
 
Taşdogan, da zanîn ku gelê kurd her tim li zimanê xwe xwedî derket û wiha lê zêde kir: “Di navbera çand û hunera kurd û çand ûhunera kurdî de ferq heye. Em ji bilî çanda kurd, dixwazin çandeke kurdî pêş bixin. Rewşeke berovajiyê vê yekê kurdan ne weke gel tenê weke ziman nîşan dide. Ez penasekirina ‘muzîka kurdî’ xelet dibînim, tişteke wiha nîne. Muzîka kurd û çanda kurd heye. Min nêzî 10 salan muzîka tirkî çêkir. Ji sedî 90 repertûara min bi tirkî bû ji sedî 10 kurdî bû. Di dema pandemiyê de dema me li kafe û salonan muzîka kurdî çêdikir, pirsgirêk dijiyan. Piştî wê pêvajoyê min jî got ez êdî ‘stranên tirkî’ nabêjim. Ev ne weke xeteke sor e, an ku ez nabêjim teqez ez nabêjim. Lê heta ku ji destê min were ez ê muzîka kurdî çêbikim. Ez ji vê biryara min wergirtî jî keyfxweş im û difikirim ku ez muzîka kurdî baştir çêbikim. Di zimanê min bi xwe de tiştên dijîm, xewnên min û diyalogên min hene. Ez nikarim van bi zimanekî din bibêjim.”
 
‘KURDÎ NE BI TENÊ RENGEKE’                                
 
Taşdogan, anî ziman ku li dijî vê yekê pergal hewl dide kurdî tenê weke “rengekê” pêşkeş bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tenê dema muzîka kurdî hate guhdarkirin dibêjin ‘muzîk gerdûnî’ ye. Dema tirkî an jî ingilîzî guhdar dikin nabêjin. Di nava gerduniyê de tenê weke rengekê kurdî dibînin. Pergal vê jî weke berjewendiyê xwe dibîne. Ji ber ku ji çanda xwe re weke fonekê dibînin. Ez li dijî vê me. Muzîka kurdî, muzîka kurdî ye. Muzîka gerdûnî jî muzîka gerdûnî ye. Lê pergalê ev her tim kir. Tê xwestin kurdî weke folklorîk bimîne, tiştên kevin vebêje, stranên bêrîvanan bên çêkirin. Lê kurdbûn ev tenê nîne. Ji aliyê gelek dewletan ve zext li kurdan tê kirin, em vê nikarin tenê bi zimanekî folklorîk vebêjin.”
 
XETEREYA YEK RENGKIRINÊ 
 
Taşdogan, da xuyakirin ku armanca hikûmetê afirandina hegemonya çandî û hunera hegemonîk e û destnîşan kir ku ev rewş muzîkê dike yek reng. Taşdogan, diyar kir ku muzîka Deryareş behsa xwarin, çiya û giyayên xwe dike divê kurd jî çanda xwe vebêjin û wiha pê de çû: “Ev muzîk û şêwaz wergerî kîjan zimanî were dibe muzîka wî gelî. Lê pirsgirêka herkesê ne heman e. Cihên ku kurd lê dijîn ne weke Deryareş in. Ne tenê li besteyan di gotinan de jî guhertin çêdibe. Desthilat dixwazin yek reng muzîkê ava bikin ku ji wan re gef çênebe. Lê çibikin bila bikin nikarin yek tîp muzîkê ava bikin.”
 
‘EM BI WÊREKÎ SEBIR BIKIN’ 
 
Taşdogan, bang li ciwanên ku bi muzîkê re eleqedar dibin kir û anî ziman ku divê ciwan li dijî zehmetiyan bi awayekî hesan dest jê bernedin.  Taşdogan, da zanîn ku ciwan bi taybetî pirsgirêka cih dijîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku li studyoyekê tu muzîkê çêbikî nêzî 50 hezar lîre mesref çêdibe. Ev jî zehmet dibe. Cesareta hunermendên baş ên dihilberînin dişikê. Ez ji vir bangê li wan dikim; bila hineke din têbikoşin, cesareta xwe kom bikin û sebir bikin. Ez hêvî dikim ku dê rojên azadtir hebin ku bikarin hunera xwe bikin.”
 
MA / Tolga Guney