‘Divê kurd li dijî bêbîriyê xwedî li çanda xwe derkevin'

AMED - Perwerdekarê Ma Muzîkê Ferhat Ertaş diyar kir ku bi polîtîkayên bêbîrkirinê yên li ser kurdan tên meşandin asîmîlasyon kûrtir bûye û bang li kurdan kir ku li dijî vê xwedî li çanda xwe derkevin.

Desthilata AKP'ê ya ku polîtîkaya xwe ya tecrîda li Îmraliyê û neçareserkirina pirsgirêka kurd didomîne, bi vê polîtîkayê gel bi krîzên piralî re rû bi rû dihêle. Tecrîda Îmraliyê ku bûye sedema kûrbûna şer, krîzên aborî, bandorê li hemû qadên jiyanê dike. Perwerdekarê Ma Muzîkê Ferhat Ertaş, bandora tecrîda Îmraliyê ya li ser qada çand û hunerê nirxand. 
 
BANDORA TECRÎDÊ YA LI SER ÇANDÊ
 
Ertaş anî ziman ku êrişên li dijî kurdan di serî de di warê çandî, siyasî û aborî û bi gihştî di her warî de berdewam dikin û got: “Navê kolanên kurdan tên guherandin. Dema em li dîroka xwe dinêrin, mezinên me navên zarokên xwe danîne, lê destûr nedane. Çima? Bi hinceta ku bi kurdî bûne. Wan nexwestiye kurd weke kurdan bijîn." Ertaş bal kişand ku bi salan e bi zextan hewl tê dayîn ku kurd xwe ji muzîk û zimanê xwe dûr bixin û gelek berhemên kurdî ji bo tirkî hatine wergerandin û wiha got: "Ji bo ku wê çandê dejenere bikin, çi ji destê wan hatiye kirin û xebatên wiha kirine kuw ê ji rastiya wê dûr bixin."
 
Ertaş da zanîn ku ev hemû encamên tecrîda li Îmraliyê ne û destnîşan kir ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ertaş anî ziman ku bi vê armanc astengkirina paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser esasê jiyana hevpar a gelan e û got: “Îro li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê hene. Em îradeyeke pir xurt dibînin. Li girtîgehan berxwedaneke mezin tê meşandin. Dema mirov li çarçoveya giştî dinêre, tenê mafên jiyanî tên xwestin. Em wekî Kurd dixwazin bi reng, çand, deng û zimanê xwe bijîn. Têkoşîn û berxwedana me ji bo vê ye. Her kolonyalîzm dibe sedema berxwedanekê." 
 
‘ÇAREYA PIRSGIRÊKÊ DIYAR E'
 
Ertaş bilêv kir ku rengvedanake din a tecrîdê jî pêşîgirtina li çalakiyên çand û hunerê ye û got: "Ger îro em nikarin li kolanan bi rihetî stranan bêjin, an jî li kolanan tiryak û fuhûş zêde dibin, ev ji ber tecrîdê ye." Ertaş anî ziman ku li Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd nêzîkatiyeke samîmî nîn e û wiha got: “Her kes dibêje ew ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hatine, lê piştre ew bixwe dibin pirsgirêk. Muxatabê vê pirsgirêkê diyar e û diyar e wê kî vê pirsgirêkê çareser bike."
 
‘EM Ê DI BÎRA GEL DE BIMÎNIN'
 
Ertaş anî ziman ku divê her kes xwedî li çand û hebûna xwe derkeve û wiha got: “Em ê bîra gel zindî bihêlin. Ger em wekî gel bi rengê xwe venegerin kurdbûna xwe, em ê bibin wekî gelên di dîrokê de hêdî hêdî ber bi tunebûnê ve diçin. Ji bo vê xwedîderketineke mezin pêwîst e. Pêwîst e li dijî van êrişan jehrkurjek divê. Pêşketina hebûna me, zanîna me û kurdbûna me jehrkuja me ye. Her ku hûn bi rengê xwe bijîn, ew dibe jehrkuja te. Em li ku derê cîhanê bin jî, em ê bi muzîk, perwerde û çalakiyan mafê xwe yê zimanê dayikê biparêzin. Em rê nadin ku me ji dîroka me biqetînin. Em ê bi stran, deng û rengên xwe di bîra gel de bimînin. 
 
MA / Rûkiye Adiguzel