Ji Ma Muzîkê bi kurdî pirtûka rîtm û metodê

img
AMED - Perwerdekara Ma Muzîkê Nûdem Tekîn diyar kir ku wan bi pirtûkên xwe yên rêbaz û rîtmê tiştekî nû afirandiye û got: "Perwerdehiya bi zimanê dayikê li dijî asîmîlasyonê têkoşîneke mezin e."
 
Ma Muzîkê 2 pirtûkên bi navên “Hînkera Zerb û Rîtmên Kurdî” û “Metoda Kemanê" çap kirin. Di pirtûka "Hînkera Zerb û Rîtma Kurdî" de agahiyên li ser enstrumana Zerbê û rîtmên kurdî hene û di pirtûka bi navê "Rêbaza Kemanê" de agahiyên teknîkî yên der barê piyano û awayê girtina kemanê de hene. Her wiha di pirtûkê de noteyên bi qasî 140 stranên kurdî jî hene. Li gel perwerdekarên Ma Muzîkê, bi alîkariya Pejman Ahmedzade, Tewfîq Feqîhzade û Brusk Zangahen ve hatin amadekirin. 
 
ÇAWA BIRYARA NIVÎSANDINA PIRTÛKAN HAT GIRTIN?
 
Perwerdekara Ma Muzîkê Nûdem Tekînê anî ziman ku li Ma Muzîkê perwerdeyê dide, lê pirtûkên metodê tune bûne û got: "Armanca me ya bingehîn ew e ku em tiştinan bi bi zimanê kurdî nîşan bidin. Mînak, çima di kurdî de metot tune ye? Me dixwest ku em vê yekê li Kurdî wergerînin û wê bi kurdî ragihînin şagirtên xwe. Me got 'Jixwe em perwerdheiyê bi kurdî didin, lê çima metodên me ne bi kurdî ne?' û me bi vî awayî dest pê kir." 
 
Perwerdekar Nûdem Tekîn
 
Tekînê diyar kir ku pirtûka navborî ji bo perwerdehiya muzîka kurdî pirtûka yekem e û got ku piştî xebateke nêzî 2 salan her du pirtûk hatine amadekirin. 
 
STRANÊN QET NEHATINE BIHÎSTIN
 
Tekînê da zanîn ku pirtûk ji bo kesên ku dixwazin perwerdeya keman, piyano, zerg û rîtma kurdî bigirin di asta yekemîn de ye û got ku ji bo astên pêşketî jî xebatên wan hene. Tekînê bilêv kir ku ew ji bilî keman, zerg û piyanoyê ji bo enstrûmanên din jî dixwazin pirtûkan amade bikin û got ku xebateke wan a ji stranên kurdî yên heta niha nehatine bihîstin pêkhatî jî heye.
 
Tekînê anî ziman ku xebatên lêkolînê yên li ser stranên kurdî yên ku heta niha nehatine bihîstin berdewam dikin û ev tişt gotin: “Em dixwazin stranên ku dê û bavên me di zarokatiya xwe de gotine ragihînin zarokên xwe. Em dixwazin bi stranên kurdî yên ku heta niha nehatine bihîstin zarokan mezin bikin."
 
PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ
 
Tekînê bal kişand ser êrişên li ser zimanê kurdî jî ku zêde dibin û got ku kurd rastî polîtîkayên asîmîlasyonê tên. Tekîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevî van êrişan jî em perwerdeyê bi zimanê xwe yê zikmakî didin. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî şerekî mezin ê li hemberî wan e." 
 
MA / Rûkiye Adiguzel