Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin

img
AMED - Ji bo pirtûka “Nîsanê” ku helbestên rojnamevan Nagîhan Akarsel lê hatine berhevkirin, aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin. 
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê rojnameger-nivîskar Nagihan Akarsel di 4’ê cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Kurdistana Federe hatibû qetilkirin. Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê“Nîsan” ku ji helbestên wê pêk tê, li Amedê roja îmzeyê hate lidarxistin. Aktîvîteya ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hate organize kirin li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê hate kirin. 
 
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ceylan Akça, Salîha Aydenîz, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sûltan Yaray, nûnerên Meclisa Jinan a DBP’ê, Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Wêjekarên Kurd di nav de gelek kes tev li aktîvîteya îmzeyê bûn. 
 
‘DÎROKA JINÊN KURD, DÎROKA BERXWEDANÊ YE’ 
 
Parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz a di aktîvîteyê de axivî, anî ziman ku di dîroka kurdan de gelek komkujî çêbûne û bi lêv kir ku kurdan bi taybetî bi berxwedana jinan bersiva van êrişan daye. 
 
Aydenîz wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku pergala paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê neyê avakirin, em ê ji têkoşînê bi paş ve gavê neavêjin. Em her roja ku diçe têkoşîna xwe mezin dikin û bi pêş ve dibin. Ji ber mîrateya wan hevalên xwe hildigirin. Ev pirtûka hevala me Nagîhanê nivîsandiye jî ji kesên qetilkirine re peyamek e. Em jî dê xwedî li vê peyamê derkevin.”
 
Piştî axaftinên hatin kirin parlamenter Ceylan Akça Cûppolo û Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî pirtûka Akarselê ji bo xwînêrên wê îmze kirin.