Bi îdiaya ‘heqaretê’ doz li hunermend Alî Baran hate vekirin

img
STENBOL - Bi îdiaya ku “heqaret li Erdogan kiriye” derheqê hunermendê kurd Alî Baran de doz hate vekirin. 
 
Bi hinceta ku li ser hesaba xwe ya medyaya civakî “Heqaret li serokkomar Erdogan kiriye” doz li hunermendê kurd Alî Baran hate vekirin. Baran, di parvekirina xwe de karîkatûreke rojnameya Spiegelê parve kiribû û wiha gotibû: “Kesê resm çêkirî baş vegotiye, destên wî sax bin, yê ku kerê xwe baş girê dide rehet û yê baş negirê bide jî digirî.” Ji ber vê parvekirinê, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” li Baran doz hate vekirin.  
 
Îdianameya derheqê Baran de hatiye amadekirin, ji hêla 7’emîn Dadgeha Giştî ya Edliyeya Stenbolê ve hate qebûlkirin. Danişîna ewil a dozê di 1’ê sibata 2024’an de ye. 
 
‘ARMANC TUNEKIRINA KURDAN E’
 
Têkildarî mijarê em bi hunermend Alî Baran re axivîn. Baran, got ku di parvekirina xwe de gazinên xwe ji kurdan kiriye û eleqeya xwe bi Erdogan re nîne. Baran, wiha domand: “Ev hincet in. Dixwazin me ji xak û warê me qut bikin. An dikujin, an diavêjin zindanê yan jî sirgûn dikin. Armanc, tunekirina kurdan e. Li gorî min ev pêlên neteweperestiyê, weke derenceyên şerê navxweyî ne. Yên ji peyva aştiyê ditirsin, Tirkiye veguherandin dojehê.”