Berhemên Koma Asmînê kirin album

img
STENBOL - KOM Muzîkê hemû berhemên Koma Asmînê di albuma bi navê “Ez Keç im Keça Kurda me” de berhev kir. 
 
Berhemên kurdî yên Koma Asmîn a ji aliyê 11 stranbêjên jin ve di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de hate avakirin ku berê di hin bernameyên televizyonan û konseran de digotin, di albumekê de hate berhevkirin. 
 
Ji albûma ku KOM Muzîkê berhev kir re navê “Ez Keç im Keça Kurda me” ku Koma Asmîn dibêje lê hate kirin. Album di hemû platformên dîjîtal de bi guhdarvanan re hate parvekirin. 
 
DERBARÊ KOMA ASMÎNÊ DE
 
Koma Asmîn di sala 1998’an de li Stenbolê di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de hate avakirin. Koma ku Ayfer Duzdaş, Gulê Mayera, Gulbahar Kavcû, Meral Tekçî, Nûrcan Degîrmencî, Rûken Gokçe, Rojda, Selda Daşçi, Serap Sonmez, Şengul Pak û Zelal Gokçe tê de cih digirtin, ji ber temamê endamên wê jin bûn mohra xwe li wê serdemê xist. 
 
Komê di salên hate avakirin de di hin konser û bernameyên televizyonan de gelek stranên kurdî gotin. Gelek stranên ku komê gotin, hêj li ser zimanê beşeke mezin a civakê ne û bandora xwe didomînin.