Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir

img
AMED - Fûara Pirtûkan a Amedê ku bi pêşengtiya DTSO’yê û Eylul Fûarcilikê ve hat lidarxistin, piştî 9 rojan bi dawî bû. Nêzî 500 hezar kes fûara pirtûkan ziyaret kirin. 
 
Fûara Pirtûkan a Amedê ku bi pêşengtiya Odeya Bazîrganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Eylul Fûarcilikê ve hat lidarxistin, piştî 9 rojan bi dawî bû. Fûara pirtûkan ku ji sedî 70 ji weşanxaneyên kurdî pêk hat, rastî eleqeyeke zêde hat û bi hatina bajarên derdorê jî nêzî 500 hezar kesan fûar ziyaret kirin. Fûar, bi panel, gotûbêj û rojên îmzeyan heta roja dawî jî bi bernameyeke têr û tije berdewam kir. Gelek nivîskar, helbestvan, rewşenbîr hwd. tev li fûarê bûn û bi xwîner û hezkiriyên xwe re hatin bahev. 
 
Di fûarê de herî zêde eleqe ji bo pirtûkên kurdî hat nîşandan û panel gotûbêj û rojên îmzeyê yên nivîskarên kurd jî rastî eleqeyeke mezin hatin. Her wiha roja îmzeyê ya Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ku hevjîna wî Başak Demîrtaş şûna wî pirtûkên wî îmze dikirin, rastî eleqeyeke gelek zêde hat. Bi sedan kes di rêzê de li bendê bûn ku pirtûkên xwe bidin îmzekirin û dawiya rojê bi hezaran zêdetir kesan pirtûkên xwe dan îmzekirin.