Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê

img
STENBOL - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di roja îmzeya pirtûka helbestan a bi navê “Nîsan” a Nagîhan Akarselê de axivî wiha got: “Nagîhan ji aliyê feraseta mêrsalar, dewletparêz a li dijî têkoşîna jinê ve hate qetilkirin.”
 
Atolyeya Jineolojiyê ji bo pirtûka “Nîsan” a nivîskar-rojnamevan Nagîhan Akarsel a hate qetilkirin li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya li Beyoglûyê roja îmzeyê li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar di aktîvîteyê de pirtûka Nîsanê îmze kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Lêkolînên Kurdî, endamên Komeleya Dema Jinan tev li aktîvîteyê bûn. Aktîvîte bi sînevîzyona qala Nagîhan Akarselê dikir û guhdariya helbestan dest pê kir. 
 
‘JI XEBATÊN JINEOLOJIYÊ RE PÊŞENGTÎ KIR’  
 
Ûçar, a bi gotinên Nagîhan Akarselê dest bi axaftina xwe kir wiha got: “Nagîhanê bi gotinên xwe mîrateyeke mezin ji me re hişt. Wê xebateke gelek bi qiymet bi rê ve dibir. Ji xebatên jineolojiyê re pêşengtî kir.”
 
TÊKOŞÎNAN JINÊN KURD 
 
Ûçar, diyar kir ku têkoşîna jinên kurd gelek tişt bi jinên cîhanê da qezenckirin û bi bîr xist ku Akarsel jî dema têkoşîna jinên kurd bi rê ve dibir hate qetilkirin. Ûçar, wiha berdewama axaftina xwe kir: “Nagîhan ji aliyê feraseta mêrsalar, dewletparêz a li dijî têkoşîna jinê ve hate qetilkirin. Nagîhan, weke mudaxileya dewleta tirk a destkeftiyên kurdan hate qetilkirin. Wî tetîkkêşî nekarî li çavên Nagîhanê binêre. Em ê bibin çavên Nagîhanê.”
 
Aktîvîte, bi îmzekirina pirtûka Nagîhan Akarselê ya bi navê “Nîsan” ku ji aliyê Atolyeya Jineolojiyê ve hate amadekirin, bi dawî bû.