Projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ didome

img
WAN - Xebatên atolyeyê ya di çarçoveya projeya “Ji Çaran Çar, Jin Huner” ku gelek hunermendên jin û hunerhez aniye ba hev, didomin. Nîgarvan Neşe Toprak diyar kir ku dê piştî atolyeyan pêşangehê vekin û banga tevlibûnê li jinên ciwan kir. 
 
Komeleya Hunerê ya Aryenê ku xebatên xwe li Wanê dike, ŞanoWan û Komeleya Jinan a STAR’ê ji bo jinên hunermend û hunerhezan bîna ba hev, di 2’yê kanûnê de projeya “Ji Çaran Çar, Jin Huner” dabû destpêkirin û proje hêj didome. 
 
Proje ji çar beşan pêk tê û bi atolyeyên qadên resm, sînema, şano û muzîkê dest pê kir. Proje dê 3 mehan bidome. Jinên temenê wan di navbera 16-40’ê de dikarin tev li projeyê bibin û bi rêya atolyeyan proje gelek jinan tîne ba hev. 
 
Ji perwerdekaran Neşe Toprak bal kişand ser armancên projeyê û wiha got: “Li dijî nêzikatiyên zayendperest ên li dijî jinan, em bi inyad hewl didin hunera rexneyî dikin û xebatên xwe didomînin. Me ji ewil bi kolajan dest bi perwerdeya xwe kir. Di çarçoveya projeyê de me bi jinan re çalakiyên hunerî li dar xistin. Armanca me ew e ku xebatên jinên beşdar bi rêya hunerê bigihînin gel. Çar lingên projeyê hene û lingekê wê jî resm in.” 
 
PIŞTÎ ATOLYEYAN DÊ PÊŞANGEH BÊ LIDARXISTIN 
 
Toprak, destnîşan kir ku bi 10 kesan dest bi xebata xwe kirine û armanca wan ew e ku jinan beşdarî hilberandinê bikin. Toprak, wiha domand: “Di encama her atolyeyê de dê berhemek derkeve holê. Em ê piştî atolyeya resman pêşangehekê li dar bixin. Lingê ewil ê pêşangehê dê di meha sibatê de li Wanê be. Lingê duyemîn dê di cotmehê de li Êlihê be. Lê ev pêvajo, pêvajoyeke sê mehan e. Em ê xebatên di nava 3 mehan de derketin holê binirxînin û di pêşangehan de pêşkeşî gel bikin. Banga min ji bo jinên ciwan ew e ku tev li atolyeyan bibin.”