Lîstika “Çinûr” promiyera xwe kir

img
AMED - Lîstika “Çinûr” ya drama û yekkesî ku şanoger û derhêner Nazmî Karaman tê de dilîze, promiyera xwe li Şanoya Bajêr a Amedê kir.
 
Listîka bi navê “Çinûr” ku ji hêla şanoger Ghodbetin Sadeghî ve hatiye nivîsîn, li eywana Şanoya Bajêr a Amedê promiyera xwe kir. Lîstik, bi formata dramê û yekkesî ye. Lîstik ji hêla temaşevanan ve rastiyê eleqeyeke gelekî mezin hat. Şanoger û derhêner Nazmî Karaman ku di lîstikê de dilîze, bi lîstikvaniya xwe temaşevan mest kir. Di dawiya lîstikê de temaşevanan bi deqeyan ji bo lîstik û lîstikvan li ser pêyan çepik lêxistin.
 
Şîlan Alagoz derhêneriya lîstikê kiriye û alîkariya derhêner Rûşen Adiguzel, muzîk Ramîn Rabîeî, dekor Sîdar Aslan, kostum Beyan Bahmanî û wergera ji farisî jî ji hêla Cumhur Olmez ve hatiye kirin. Lîstik behsa çîroka şanogerekî ku li Îranê di dema zanîngehê ji jineke ku di nava kar û barên siyasî de ye hez dike, dike. Şanoger, ji ber evîna xwe tevlî kar û barên siyasî dibe û piştî demekê bi jina ku evîndarê wê ye, re dizewice. Piştî darbeya îslamî ya 1953’an jin, ji hêla leşkerên Îranê ve tê kuştin û şanoger jî penaberê Sovyetan dibe. Lîstik kala çûyîn û vegera şanoger a Îranê û lê gerîna wî ya gora hevjîna wî dike.