Jina ku bi dengê xwe şoreş û evîn gihande hev: Merziye Ferîqî

img
NAVENDAN NÛÇEYAN - Bi ser koça dawî ya hunermenda kurd Merziye Ferîqî re 18 sal derbas bûn, lê hîna jî dengê wê di dil û mejiyê her kesekê de xwedî cihekî taybet e. Hunermenda kurd Merziye bi deng, awaz û hunera xwe şoreş û evîn gihande hev. 
 
Bi ser koça dawî ya hunermenda kurd Merziye Ferîqî (Merziye Rezazî) re 18 sal derbas bûn. Dengê Ferîqî hîna jî di dil û mejiyê her kesekê de olan dide. RojNewsê bi boneya salvegera Ferîqî nûçeya amade kiriye de bal kişand ser aliyê hunermenda şoreş û evînê digehîne hev. 
 
MERZIYE KÎ YE?
 
Merziye Ferîqî ango Merziye Şehab Ebdula, di sala 1958’an de li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû. Li di heman bajarî de xwendina xwe ya seretayî û navîn qedand. Di temenê xwe yê 9 salî de hezkirina wê ya ji bo stran û şanoyê çêdibe. Gelek caran di çalakiyên dibistanan de tevlî beşên hûnerî yên weke şano û stranan bûye.
 
Merziye destpêkê bi sitranên Fetanî Welîd bi zimanê farisî dest bi stranbêjiyê kir. Lê zilm û zordariya dewleta desthilatdar a Îranê ya li ser hûnera kurdî, bandorek li ser Merziye çêkir û Ferîqî dest ji stranbêjiya zimanê farisî berda. Merziye dest bi sitranên Kurdî kir.
 
 
Hunermenda kurd Merziye piştî xwendina seretayî di sala 1970’an de diçe bajarê Sine û xwendina xwe ya Amadeyî di beşa mamostetiyê de li wir temam dike. Piştî temamkirina xwendina xwe wek mamoste li gundek nêzîkî bajarê Merîwan dest bi kar dike. Di sala 1977’an de bi koma muzîkê ya bajarê Sine re gelek caran derdikeve ser dîkê û stranan dibêje. Piştî wê 2 salan dîsa vegeriya Sine û bû mamosteya dibistana seretayî.
 
Hunermenda kurd di temenê xwe yê 21 salî de ango di sala 1978’an de bi hunermendê kurd ê navûdeng Nasir Rezazî re zewicî. Herdû hunermend ji ber beşdarbûna wan a ji raperîna şoreşa gelên Îranê, dikevin bin çavdêriya Komara Îslamî de. Merziye bi Nasir Rezazî re xebata xwe ya ji bo rizgariya Kurdistanê dewam dike. Merziye demek hat girtin û pişt re erka wê ya mamostatiyê jê hat wergirtin.
 
 
Di sala 1980’an de Komara Îslamî hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê xist di bin kontrola xwe de. Merziye jî ji ber êrîşên Komarê nekarî di nava bajêr de bimîne. Ji bo vê bû pêşmerge û li çiyayên Kurdistanê li gel rêhevalê jiyana xwe Nasir Rezazî bi Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê re xebata xwe berdewam kir.
 
 
Merziye di çiyayan de jî karê xwe yê hûneriyê dewam kir, li wê derê hinek sitran qeyd kir. Di çiya de herwiha sîroda nîştiman û hinek sitranên din yên şoreşgerî qeyd kir. Wê demê bi rêya radyoyoyan dengê hûnermenda kurd belav bû û gihişt hemû kurdan. Yekemîn karê Merziye yê li çiyayan bi Koma Banga Komale re çêkir ku ew jî sirûda bi navê “Pêşmerge” bû ku di nava pêşmerge, gel û radyoyên Kurdî de bi nav û deng bû.
 
 
Hûnermenda Kurd dayîka sê zarokan bû. Zêdetirî stranên Merziye li ser hestên nîştimanperweriyê bû. Merziye li ser evîndariyê jî sitran gotin, heya niha sitran û berhemên Merziye di nava kurdan de dimîne û ketiye nav dilan.
 
 
Merziye piştî şoreşa Îranê bi malbata xwe re wek penaber, di sala 1985’an de derbasî Swêdê bû û li wê derê xebat, tekoşîn û xizmetê ji bo hunera kurdî domand.
 
Merziye yek ji hunermendên jin ên ku di stranên xwe de xemên xwe yên derbarê jinan de û her wiha zordestî û çewisandinên li ser jinan anî ziman e. Li dijî pergala baviksalarî ya paşverû û kevneşopiyên kevneperest ên civaka kurd derket û ji bo ramana hevpar a civakê serî hilda.
 
 
Merziye di stranbêjiyê de xwedî jêhatîbûneke bêhempa bû, wê pir baş bi awaz û gotinên mûzîkê bi ahengeke hunerî gihand cem hev. 
 
Wek hunermendek xwedî tecrûbe, estetîk û hunermendek cilûbergên kurdî her tim boneyên netewî û cuda dixemiland.
 
 
Hunermenda kurd Merziye Ferîqî di 47 saliya jiyana xwe de, di 18’ê îlona 2005’an de li nexweşxaneya Swêdê bi nexweşiya dil koça dawî kir. Li ser wesiyeta wê cenazeyê Merziye anîn Başûrê Kurdistanê û li Girê Şehîdan ê li Silêmaniyê spartin axê.