Komeleya Ziman a Birca Belek: Em ê xwe ji vê pergala zimankuj biparêzin

img
ŞIRNEX- Komeleya Ziman û Çand ya Birca Belek diyar kir ku di erdhêjê de jî nêzikatiya dewletê ya li dijî zimanê kurdî careke din xwe daye nîşandan û wiha got: “Erdhejê, faşîzma li ser gelê kurd û zimanê kurdî û ya li ser penaberan jî derxist holê.”
 
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li navçeya Cizîr a Şirnexê daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya komeleyê hate dayîn û rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Dayikên Aştiyê jî tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dar li ser koka xwe mirov li ser zimanê xwe şîn dibe” û dovîzên “Ez bi kurdî dijîm, ez kurd im perwerdehiya bi zimanê kurdî dixwazim” hatin hilgirtin. 
 
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil ve hate xwendin. 
 
‘ERDHÊJÊ FAŞÎZMA LI DIJÎ ZIMAN DERXIST HOLÊ’
 
Akil, anî ziman ku di erdhêjê de careke din nêzikatiya li hemberî ziman derketiye holê û wiha got: “Erdhejê çawa ku xemsariya dewleta tirk a li hemberî jiyana mirovan derxistibe holê, di heman demê de faşîzma li ser gelê kurd û zimanê kurdî û ya li ser penaberan jî derxiste holê. Gelek kesên ku di bin kavilan de mabûn, ji ber ku bi tirkî nezanîne, tirsiyane ku heke bi zimanê xwe yê dayikê bibêjin ‘hawar’, kes dê bi hawara wan ve neçe. Lewma dengê xwe dernexistine. Ev rewş nîşan dide bê ka çawa ev pergal kesên netirk û tirkînezan mecbûrî mirinê dike. Bi heman awayî, tevî ku ev erdhej li gelek bajarên kurdan pêk hatibe jî, xetên telefonê yên hawarçûnê û saziyên ku ji bo lêqewimiyên erdhejê hatine avakirin da ku ew bi rêya wan cihê xwe diyar bikin an jî pêwîstiyên xwe bînin ziman, di wan de bi tu awayî cih nedane zimanê kurdî. Mînaka herî berbiçav jî saziya bi navê YÎMER’ê ye. Tunehesibandina kurdî tunehesibandina kurdan e.”
 
 ‘TIŞTÊ KU ME BIPARÊZE RÊXISTINBÛYÎN E’
 
Di berdewamê de Akil bal kişand li ser girîngiya rêxistinbûyîna gel û wiha domand: “Gelê kurd bi salan e li hemberî vê faşîzmê têdikoşe, xwedî li zimanê xwe derdikeve, hevd digire û rêxistinbûna xwe zêdetir dike da ku hebûna xwe biparêze. Bi vê karesata giran derkete holê ku tiştê ku hebûna me biparêze, tiştê ku me ji destên vê pergalê xelas bike, hevgirtin û rêxistinbûna gel e.” 
 
 ‘EM Ê XWE JI VÊ PERGALA ZIMANKUJ RIZGAR BIKIN’ 
 
Bi domdarî Akil bi lêv kir ku li dijî her êrişeke li ser ziman ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin û wiha bi dawî kir:” Hevgirtin û rêxistinbûna gelê me nebûya, dê encamên vê karesatê pir zêdetir bûbûna. Pêwîst e ji niha û pê de em vê yekê pêşvetir bibin. Ji ber ku rêyeke din nîn e ku em xwe ji vê pergala mirovkuj û zimankuj rizgar bikin. Em wek saziyên zimanê kurdî bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî, dixwazin destnîşan bikin ku em di her şert û mercî de li ba gelê xwe ne, li ba zimanê xwe ne û gelê xwe û zimanê xwe ji însafa pergalê re nahêlin û em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî têbikoşin.”