Koma Ma’yê li Amedê konsereke bicoş lidarxist

img
AMED - Koma Ma’yê piştî Enqere, Stenbol û Îzmîrê li Amedê konsereke bicoş li dar xist.
 
Koma Ma’yê piştî Enqere, Stenbol û Îzmîrê li Amedê konser li dar xist. Di konsera ku li eywana Şanoya Bajêr a Amedê hat lidarxistin de eleqeyeke mezin hebû. Koma Ma’yê ku aranjoriya wê Rabîn Rebî dike stranên “Kezî, Govendê, Dola Zêbarê, Şalûlvan, Nexşê Mîrza, Fadikê, Yar Gijlokê, Solo Rîtîm, Seydik, Dîleman, Kela Xoyê, Hey Dad, Erê Gulê, Hoy Dil û Mestûre” gotin. Car caran guhdarvanan bi komê re stran gotin û dema  konser qediye li çepikan dan. 
 
DAHATÊN KONSERÊ JI BO HDP’Ê NE
 
Piştî konserê hunermend Mesûd Gever spasiyên xwe pêşkeşî gel kirin û da zanîn ku turneya konsera wan wê di 1’ê sibatê de bi dawî bibe. Gever, diyar kir ku wê dahatên konsera xwe ya dawî diyarî kampanyaya “Xizîneya me gelê me ye” ku HDP’ê li dijî blokekirina hesabên xwe yên alîkariya xizîneyê daye destpêkirin.