Koma Ma dê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re bistre

img
AMED - Koma Ma’yê ragihand ku dê konsera xwe ya li Amedê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re li dar bixin û ji bo wan bistirin. 
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo hesabên alîkariya xizîneyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryara bloqekirinê dabû. Piştî vê biryarê, HDP’ê kampanyaya “Xizîneya me gelê me ye” dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de gel alîkariyeke mezin da partiyê û ev alîkarî hêj didome. Şanogerên kurd jî ji bo piştgirî û piştevaniya bi HDP’ê re bernameyên xwe diyarî HDP’ê kiribûn. Peyameke piştevaniyê jî ji hêla Koma Ma’yê ve hate dayîn. Koma Ma’yê ragihand ku dê konsera xwe ya di 1’ê sibatê ya li Amedê ji bo piştevaniya HDP’ê li dar bixe. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Koma Ma’yê li Enqere, Stenbol û Îzmîrê cara yekemîn konser li dar xistin. Eleqeyeke mezin ji bo konseran hebû. Li gorî bernameyê, dê di 30-31’ê çileyê û di 1’ê sibatê li Amedê konser bên lidarxistin.