Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin

img
STENBOL - Li Kadikoyê dîwana dengbêjan hat dayîn û dengbêjan bi kilaman êş û azara gelê kurd anîn ziman. 
 
Komeleya Çand û Pêşvebirina Civakî ya Navçeyên Gêxî, Dep, Azarpêrt, Xorxol û Çêrmê (KAYY-DER) li avahiya komeleya xwe ya li navçeya Kadikoya Stenbolê di çarçoveya şahiyên çand û hunerê de “Dîwana Dengbêjan” saz kirin. Gelek kes tev li şevbihêrka dengbêjan bûn. 
 
Hevserokên KAYY-DER’ê Ahmet Tuzun û Bîlsen Ozdoğan axivîn û spasiya mêvanên xwe kirin û destnîşan kirin ku armanca wan xwedî derketina çanda kurd e û bi vê yekê pêşî li polîtîkayên pişaftinê bigirin. 
 
Dengbêj Sîdar Ortanûr, Xalê Rustem, Nesrîn Arîn, Mîr Elî Savaş, Dogan Gok û Mustafa Korkmaz kilamên cur bi cur gotin û bi kilamên xwe bal kişandin ser êş û azarên gelê kurd.
 
Dengbêjan ewilî strana “mêvan” gotin û paşê bi dorê kilaman gotin. Hunermend Sefer Tunç û Alîcan Bîlgîn jî stran gotin.