Konserên Koma Ma’yê dest pê dikin

AMED - Koma Ma, dê li Enqere, Stenbol, Îzmîr û Amedê konseran li dar bixe. Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar ji bo beşdariya li konseran bang kir û wiha got: “Werin muzîka kurdî ya ku dê we li çar milên Kurdistanê bigerîne guhdarî bikin.”
 
Koma Ma ku koma saziya perwerdehiyê ya Ma Musicê ye, amadekariyên xwe yên ji bo konserên li Enqere, Stenbol, Îzmîr û Amedê didomîne. Ma Music ku berdewamiya Konservatûara Aram Tîgran e, ev 5 sal in bênavber perwerdehiya muzîkê dide. Heya niha bi hezaran zarokên kurd, li Ma Musicê perwerde wergirtine û çand û muzîka kurdî hîn bûne. Ma Music niha jî dixwaze bi konseran performansa xwe pêşkêşî muzîkhezan bike. 
 
Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar têkildarî konserê ji ajansa me re axivî.  
 
Kanîwar bal kişand ser taybetiya muzîka ku ew çêdikin û da zanîn ku ji bo ew behsa taybetmendiya muzîka xwe bikin, hewce ye ew vegerin destpêka avabûna saziyê û armanca Ma Musicê û Konservatûara Aram Tîgranê. Kanîwar destnîşan kir ku ew hewl didin ku tiştekî li muzîka kurdî ya resen an jî ya gelêrî ku bi dengbêjî, destan û stranbêjiyê gihiştiye wan, zêde bikin û got: “Em hewl didin ku li gel amûrên rojhilatî, amûrên rojavayî jî bi kar bînin. Armanca me ew e ku bi vî awayî muzîka kurdî jinûve aranje bikin. Muzîka ku me ji gel bi awayekî resen hilgirtiye, bi awayekî akademîk di bêjingekê de derbas bikin û dîsa pêşkêşî gel bikin. Konservatûara Aram Tîgran û Ma Muzîk jî li ser vê esasê ava bûn. Her wiha li ser vê esasê jî niha perwerdehiyê dide. Perwerdehiya Ma Muzîk û Zarok Mayê ya akademîk bingeha xwe ji folklora kurdî, yanî kevneşopiya muzîka kurdî digire. Perwerdehiya me û muzîka ku em çêdikin hewce ye paralelê hev dû bin. Muzîka ku em di bin banê Ma Muzîcê de çêdikin, bi hemû zaraveyên kurdî pêk tên û piranî jî stranên gelêrî ne ku nehatine bihîstin û cara yekemîn dê bên aranjekirin.”
 
TAYBETMENDIYA MUZÎKA KURDÎ DIPARÊZIN
 
Kanîwar bi domdarî wiha got: “Armanceke me jî ew e ku zaravayê kirmanckî li Rojhilat û Başûr, soranî jî li Bakûr û Rojava bê bihîstin. Yanî hemû zaravayên kurdî di nava têkiliyekê de bin. Em bêtir hewl didin ku amûrên rojhilatî sentûr, ûd, tembûr, def, amûrên rîtmê hwd. bi kar bînin. Lê wekî me got amûrên rojavayî jî dixin nava orkestrayê. Em lê dinêrin ka dê kîjan amûr çi qas xizmeta muzîka kurdî bike û em wan li gor wê bi kar tînin. Taybetmendiyek jî muzîka kurdî tenê deng e. Em vê yekê li ber çavan digirin û amûran bi kar tînin yan jî bi kar nayînin. Em di hemû konser û perwerdehiyên xwe de dixwazin vê taybetmendiya muzîka kurdî biparêzin.”
 
‘DIXWAZIN BI ME BIDIN JIBÎRKIRIN’
 
Kanîwar, da zanîn ku dema li ser medyaya dîjîtal bi zimanê ingilîzî yan jî tirkî “muzîka kurdî” dinivîsînîn di gelek rûpelên destpêkê de tiştên gelek ecêp derdikevin û wiha pê de çû: "Sergoyeke muzîka kurdî çêbûye mixabin. Em jî hewl didin nifşên nû, guhên ku nû digihêjin ew dengên resen yên muzîka kurdî ku heta niha serdest dixwazin bi me bidin jibîrkirin û asîmîle bikin biparêzin û bi awayekî xweştir, bedewtir bixin xizmeta gelê xwe.”
 
‘EM SAZIYEKE PERWERDEHIYÊ NE’
 
Kanîwar, bi lêv kir ku ew wekî kom, nû tên naskirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rast e em ji destpêka Aram Tîgranê bigirin em saziyeke 13 salî ne. Lê me di nava van 5 salên dawiyê de bi destpêkirina Ma Muzîkê hêla xwe ya performansê der xist pêş. Em ji sedî heştê saziya perwerdehiya muzîka kurdî ne. Ji ber ku em saziya perwerdehiyê ne, em nikarin her hefte, her meh biçin konseran li dar bixin. Ji ber ku ev tercîha me bû, hêla me ya perfarmonsê pêş neket. Ji ber vê yekê jî konserên me kêm in û girêdayî vê yekê jî daxwaza gel pir e. Cara yekemîn e em li ser navê Koma Mayê derdikevin konseran. Em ê eleqeyê jî li ser dikê bi hev re bibînin. Gelek kes bertekan nîşan didin û dibêjin ku hûn çima konseran li dar naxin. Lê wek di destpêkê de jî min got, em saziyeke perwerdehiyê ne. Gava em diçin konserekê gelek waneyên me taloq dibin, kêm dimînin. Ji ber vê yekê jî em kêm konseran li dar dixin, lê hewl didin ku konseran baş li dar bixin. Di dîroka Koma Mayê de ev komkonsera yekem e.”
 
HER KES DIKARE GUHDAR BIKE
 
Kanîwar, der barê xîtabkirina muzîka wan de jî ev tişt gotin: “Niha zarokên ku li me guhdar dikin, stranên gelêrî guhdar dikin. Ji ber ku newayên gelêrî ne, kod û referansên xwe ji kevneşopiya çanda kurdî digirin kesên ku temenê wan mezin jî guhdarî dikin. Heke di malbatê de guhdarkirina muzîka kurdî ya gelêrî û kevneşopî hebe, dikarim bibêjim ku muzîka li Ma Muzîkê jî guhdar dikin. Yanî hemû temen dikarin guhdarî bikin.”
 
‘BERTEKÊN GEL POZÎTÎF IN’
 
Kanîwar, têkildarî bertekên gel jî bi bîr xist ku heta niha bertekên ku hatine, piranî bi awayekî pozîtîf li ser ecibandinê ne. Kanîwar wiha domand: “Em jî hewl didin bi vê yekê bigirin û bigihijin her kesî. Bêguman bi rêya medyaya dîjîtal tu nikarî bigihêje her kesî. Ji ber ku her kes medyaya dîjîtal bi kar nayne. Ji ber vê yekê jî konserên bi vî rengî pir girîng in. Mamosteyên me her car dibêjin 'nefes li nefesê bikeve' wê çaxê enerjî û sînerjiyeke din ava dibe.”
 
BANGAWAZÎ
 
Kanîwar ji bo beşdariya li konseran bang kir û got: “Ez dikarim vê yekê bibêjim ku dê guhdarvan di nava van 15-20 salên dawî de li Kurdistanê û Tirkiyeyê muzîka kurdî bi awayekî cuda bibîhîsin. Dibe ku jê hez jî nekin, jê aciz jî bibin. Lê taybetmendiya muzîka me ew e ku tu dikarî rûnê û heta dawiyê lê guhdar bikî. Repertûara me ya ji bo van konseran, nêzî saetek û nîv e. Werin perwerdehiya ku em didin hêla wê ya li ser dikê bibînin. Kêm zêde Ma Muzîk bi perwerdehiya xwe tê naskirin. Îjar vê carê werin bê perwerdehiya me li ser dikê tê çi wateyê û guhdar bikin. Konsera me ya destpêkê li Enqereyê ye, piştre li Stenbol û Îzmîrê ye. Kerem bikin werin guhdarî bikin û hest û fikrên xwe bi me re parve bikin. Banga me ya li gel ev e ku werin muzîka kurdî ya ku dê we li çar milên Kurdistanê bigerîne guhdarî bikin.”
 
Bernameya konserên Koma Ma'yê wiha ye: 
 
* 21'ê Çileyê: Enqere, Navenda Çandê ya Nazım Hikmet (19.00)
 
* 23'yê Çileyê: Stenbol, Navenda Çandê ya Barış Manço (20.30)
 
* 26'ê Çileyê: Îzmîr, Navenda Çandê ya Nazım Hikmet(20.30)
 
* 30-31'ê Çileyê-1'ê sibatê: Amed, Şanoya Bajêr a Amedê (20.00)
 
 
MA / Bazîd Evren