Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj

img
ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê bernameyê Dengbêjên Jin li dar xist. Jinên dengbêj ên ku derketin ser dikê, bi klamên xwe beşdar mest kirin. 
 
Şaredariya Silopiya ya Şirnexê ku di bin rêveberiya Partiya Dedemokratîk a Gelan (HDP) de ye, li Eywana Konferansan a şaredariyê Roja Dengbêjên Jin li dar xist. Dengbêj Hediye Kalkan, Dengbêj Xalîde û Dengbêj Mizgîn Turan di dîwanê de cihê xwe girtin.
 
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, Meclisa Dayikên Aşitiyê, aktîvîstên TJA’yê û Komeleya Çand û Hûnerê jî tev li bernameyê bûn. 
 
Dema dengbêjên jin klam digotin, jinên din genim diqutandin. Di dema strîna dengbêjan de kêliyên hestiyar çêbûn. Her wiha beşdaran tililî avêtin û govend gerandin. 
 
Piştî klaman, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, axivî. Fîdan, spasiya jinên dengbêj kir û wiha got: “Me xwest ku em bernameyeke cuda çêbikin. Ji ber ku herî zêde jin êşan dikêşin. Her roj rastî tundiyê tên û tên kuştin. Lê jin di berxwedana xwe de gav paşve na avêjin.”
 
 ‘JINAN HUNER HETA ROJA ME ANÎN’
 
Piştre parlementera HDP’ê Nûran Îmîr axivî û bal kişand ser rola jinan a di hunera kurdî de. Îmîr, ev tişt anî ziman: “Gelê kurd dîroka çanda xwe bi awazên kurdî nivîsand. Jinan bi deng û awazên xwe ev çand heta roja me anîn. Lê mixabin keda jinan, hunera jin her tim hatiye veşartin. Her klamek bi navê zilaman hatiye sazkirin. Lê bi awazên van hevalan, ev hunere derdikeve pêşiya me. Kesên ku vê keda pîroz didin, em şagirtên wan in. Ji ber ku hunera me hebûna me ye. Di her qadan de ev sedsal dê bibe sedsala jinan. Êrişên li ser jinan tên kirin, ne yek alî lê piralî ne. Dê jin di hilbijartinê de bide van êrişan. Kesek nikare pêşiya jinên kurd bigire.”