Hunermend Tunç albûmeke nû derxist

img
STENBOL - Hunermend Ferhat Tunç îro 15 berhemên xwe yên di demên berê de hatibûn weşandin di bin navê albûma “Stranên Winda” de berhev kir û pêşkeşî guhdaran kir. 
 
Hunermendê kurd Ferhat Tunç ku ji ber dozên li Tirkiyeyê derheqê wî de hatine vekirin ji neçarî derketiye derveyî welat, albûma xwe ya 27’an derxist. Tunç, 15 berhemên xwe yên di demên berê de hatine weşandin, di albûma xwe ya nû ya bi navê “Stranên Winda” de berhev kir. Albûma Tunç ji îro ve li ser platformên dijîtal hate weşandin.