'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'

img
AMED - Nivîskar Sîdar Jîr bilêv kir ku divê wêjeya kurdî bibe milkê dinyayê û got: “Ya girîng divê wêjeya kurdî, erebî, farisî û tirkî baypas bike. Ji ber ku her sê jî zimanên hegemon ên li ser zimanê kurdî ne û dixwazin li ser ziman jî bibin desthilatdar. Divê berhemên kurdî rasterast ji kurdî bên wergerandin. Ne bi rêya erebî, farisî û tirkî.”
 
Nivîskarê "Dozdeh Çirk", "Handa", "Nasnameya Wêjeyê" û "Şerm"ê Sîdar Jîr ku têkildarî wêjeya kurdî û zimanê kurdî axivî, destnîşan kir ku pêşketina wêjeya kurdî girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye û got: "Heta ziman nebe zimanê perwerdehiyê dibe ku ew pirsgirêk hê kurtir bibe.”
 
‘ÇÎROKA KURDÎ’
 
Çîroknûs û romannûs Sîdar Jîr anî ziman ku çîrok xwedî dîrokeke kevnare ye û wiha got: “Her netew û ziman xwedî kodên xwe yên civakî û dîrokî ne. Çîroka kurdan jî li gor kodên civaka kurdan dirûv girtiye. Ev sed sal e çîroka kurdî ya nivîskî ber bi nûjênbûnê ve diçe. Çîroka kurdî bi kovar û rojnameyan belav bûye. Hejmar kêm be jî çîroknûsên kurdî ku di asta cihanê de dinivîsin hene û çîrokên gelek serkeftî jî dinivîsin. Çi qasî xwedî li çîroka klasîk bê derketin, çîrokên nivîskî jî wê ew qas xurt bibin û li ser koka xwe şîn bibin. Lê êdî dinya jî çîrokê bêhtir ber bi roman an jî çîrokên dirêj ve diçe. Lê ya girîng em dê çi qas çîroka xwe û wêjeya xwe bikaribin bikin milkê wêjeya dinyayê.”
 
‘NE HELBEST TÊRA MIN DIKIR NE JÎ MIN TÊRA HELBEST E’
 
Jîr da zanîn ku wî di 16 saliya xwe de dest bi nivîsandina çîrokê kiriye û ev tişt anîn ziman: “Ez destpêka sala xwe ya 16’an de bûm min dest bi nivîskariye kir. Hem 'Dozdeh Çirk' hem jî 'Handa' weke roman bûn. Her wêjewanekî derdekî wî heye ku bi rêya wêjeyê parve dike. Hinek helbestan dinivisînin, hinek roman, hinek jî çîrok lê ya min ne helbest têrê dikir ne jî min têrî helbestê dikir. Ji ber wê min çîrok nivisî, lê derbasbûna min a romanê ji 2014’an û şûn ve bû. 'Dozdeh Çirk' yên ku cîdî li ser disekinin, dizanin ku ew romaneke parçekirî ye. Lê 'Şerm' û çend pirtûk li ber destê min in, ew ji sedî sed roman in. Yanî ji bo romanê dibe ku hinek wext hewce bû ji bo min, edî wext jî hatiye.”
 
‘DIVÊ BERHEMÊN KURDÎ RASTERAT JI KURDÎ BÊN WERGERANDIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Jîr bi lêv kir ku yek ji armanca wêjeyê jî ew e ku divê pêşengiyê ji civakê re bike û ev tişt gotin: “Ya girîng divê wêjeya kurdî erebî, farisî û tirkî baypas bike. Bi taybetî di mijara wergeran de em di ser erebî, farisî û tirkî re hewl nedin ku xwe bigihînin dinyayê. Ji ber ku her sê zimanên hegemon ên li ser zimanê kurdî dixwazin, li ser ziman jî bibin desthilatdar. Yanî heke yek bixwaze dikare rasterast bi wan zimanan binivîse, lê pirsgirêka me ya sereke divê wêjeya me bibe milkê dinyayê. Yanî bibe parçeyeke xurt ya wêjeya dinyayê. Ji bo wê jî divê berhemên kurdî rasterast ji zimanê kurdî bên wergerandin, ne ji zimanekî din. Çawa yên almanî ji almanî, yên frasnsî ji firansî, yên kurdî jî divê bi vî awayî bin.”
 
‘125 SAL BERÊ JÎ HEMAN PIRSGIRÊK HEBÛ’
 
Jîr destnîşan kir ku ji ber zext û tundiyan gelek nivîskarên kurd an di girtîgehê de ne an jî ji derveyî welêt dinivisînin û wiha pê dê çû: “Dema em nivîskar bi awayekî fîzîkî jî dûrî hev bin nivîsandin jî zehmet e. Yanî dema nivîskarek bixwaze qala Cizîra Botan an jî cihekî Kurdistanê bike divê here wir, bi qasî ku têrî nivîsandinê bike li wir bijî, lê ev niha pirsgirek e. Lê ne pirsgirekeke niha ye. Rojnameya kurdî ya yekem Kurdistan ne li Kurdistanê li Misirê ava bû. Heman pirsgirêk îro jî ji bo wêje û rojnamegeriya kurdî derbasdar e. 125 sal berê jî heman pirsgirêk hebû. Heke tu li nava civaka xwe bî, tu dê bêhtir afirîner û xurttir bî. Heke bi awayekî fizîkî û hişmendî ez ne li nava civaka xwe bim, ez ê karibim çi biafirînim. Lê di gel hemû astengiyan jî ez bawerim nifşên nû heke bi ber bayê populîzmê nekevin wêjeya kurdî dê pêş bikeve.”
 
‘PÊŞKETINA WÊJEYÊ GIRÊDAYÎ PERWERDEHIYA ZIMAN E’
 
Di dawiya axaftina xwe de Jîr diyar kir ku pêşketina wêjeya kurdî jî girêdayî perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo xwendina kurdî û berhemên wêjeyî yê kurdî xurt derkevin divê perwerdehiya fermî ya bi zimanê kurdî hebe. Heke perwerdehiya bi zimanê kurdî tune be heta demekê nivîskar û hunermend wê li ber xwe bidin, lê ew kar tenê di malan de nameşe. Divê statuya zimanê kurdî hebe. Heke statuya zimanê kurdî hebe xwendevan jî dê zêde bibin. Heke xwendevan zêde bibin, nivîskarên xurt dê derkevin holê û berhemên xurt dê bên nivîsandin. Wê demê wêje jî dibe weke sektora di nava jiyanê de. Yanî pirsgirêka serekê perwerdehî ye. Ne tenê ji aliyê wêjeyê ve jî ji aliyê rojnamegeriya kurdî û hunerê ve jî pirsgirêk e. Heta ziman ne be zimanê perwerdehiyê dibe ku ew pirsgirêk hê kurtir bibe.”
 
MA / Mahmût Altintaş