Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê

img
AMED - Li Wêjegeh Amedê filmê "Pîrebokê" hat nîşandan û bi beşdariya derhênerê filmê Lutfu Îrdem gotûbêjek hat lidarxistin. 
 
Wêjegeh Amedê, li avahiya xwe ya li semta Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê filmê “Pîrebokê” da nîşandan. Fîlm ku bi derhêneriya Lutfu Îrdem hatiye çêkirin, fîlmekî metrajdirêj e. Gelek hunerhez fîlm temaşe kirin û fîlm rastî eleqeyeke mezin hat. 
 
Piştî temaşekirina filmê, bi moderatoriya Roza Erîzîn û Mahsûm Çîçek bi beşdariya derhênerê Pîreobokê Lutfu Îrdem gotûbêjek hat lidarxistin. Di gotûbêjê de moderatoran pirsên xwe kirin û Îrdem jî ew bersivandin. Her wiha di çarçoveya rexneya sînemayê de şirove hatin kirin. Beşdarvan ku bi baldarî guh li gotûbêjê kirin, kêfxweşiya xwe bi çepikan dan der.
 
Gotubêj bi çepikan bi dawî bû. 
 
Filmê “Pîrebok”, filmê yekem ê metrajdirêj ê Lutfu Îrdem e ku cara yekemîn di Mîhrîcana Filman a Navneteweyî ya Duhokê de hatiye nîşandan û hêjayî Xelata Fibresciiyê hatiye dîtin. Vê carê jî bi organîzasyona Wêjegeh Amedê cara duyemîn hat nîşandan.