Şeva Yeldayê hat pîrozkirin

img
WAN-  Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin. 
 
Kovara Destar, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arsîsa û Aryen Hunerê li hêwana ŞanoWanê Şeva Yeldayê pîroz kirin. Gel bi kincên xwe yên kurdî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de sînevîzyon hat nîşandan, dengbêjan kilam gotin û helbest hatin xwendin. 
 
Di şevê de ewilî sînevîzyona ku behsa dîroka Şeva Yeldayê dike hat nîşandan. Paşê Dengbêj Meryemê kilam gotin. Di dema kilamên Meryemê de dirûşmeya "Bijî berxwedena gerîla” hat berzkirin. Piştî Dengbêj Meryemê, Dengbêj Apê Ûsiv derket ser dikê û kilam gotin. 
 
Neslîhan Şedal ku xebatên Jineolojiyê bi rê ve dibe û nivîskar Heval Dilbihar jî helbest xwendinç
 
Şeva Yeldayê bi govendgerandinê bi dawî bû.