‘Ji peykerê Ehmedê Xanî heta ji her tiştên kurdî ditirsin’

img
 
AMED - Însiyatîfa Hunermendên Welatparêz qedexekirina şahiya NÇM’ê û zextên li ser kurdî û kurdan şermezar kir û got: “Ev desthilatdar ji peykerê Ehmedê Xanî bigire heta hestiyên şehîdan ji her tiştî ditirse.” 
 
Însiyatîfa Hunermendên Welatparêz têkildarî qedexekirina konsera damezrandina salvegera pîrozbahiya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û binçavkirina gelek hunermendên wê bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kir. 
 
Daxuyaniya Însiyatîfê ya bi sernavê “Ew ê têk biçin” wiha ye: 
 
“Wekî hûn jî dizanin desthilatîya faşîst her ku diçe, ro bi ro zext û tundiya xwe li hemû qadên jiyanê berbelav dike. Eşkere ye ku hewl dide hebûna xwe bi kuştin û girtin û îşkenceya li ser kurdan berdewam bike. Lê soz e ji gelê me ra; EM Ê RÊ NEDIN! Ew ê têk biçin!
 
Însiyatîfa Hunermendên Welatparêz qedexekirina şahiya NÇM’ê û zextên li ser kurdî û kurdan şermezar kir û got: “Ev desthilatdar ji peykerê Ehmedê Xanî bigire heta hestiyên şehîdan ji her tiştî ditirse.” 
 
JI HER TIŞTÊN KURDÎ Û KURDISTANÎ DITIRSIN
 
Li hemberî kamerayên me ew ê têk biçin. Li hemberî stran û govendên me ew ê têk biçin. Li hemberî şanoya me ew ê têk biçin. Li hemberî tuval û boyaxên me ew ê têk biçin. Li hemberî dirûşma ‘jin jîyan azadî’ ew ê têk biçin. Em dizanin; ditirsin. Ji hêzên me, ji dîrok û çanda me, ji huner û hebûna me ditirsin. Ji peykerê Ehmedê Xanî bigirin heya ji darên Cudî;  ji ava Çemê Munzûrê heya ji defterên zarokên Kobanê ditirsin; ji sewta Viyan Peyman heya şanoya kurdî, ji cenazeya Dayika Taybet Înan heya hestîyên şehîdan ji hemû tiştên kurd û Kurdistanî ditirsin.
 
HEZAR CAR PÎROZ BE
 
Ji tirsa dilê xwe, qanûnên xwe yên derewîn jî bin pê dikin. Loma qedexe dikin şahiya parastvanên çand û hunera kurdî. Nahêlin NÇM salvegera xwe pîroz bike. Lê NÇM li ber xwe dide. Hunermendên welatparêz li ber xwe didin. Hezar car pîroz be salvegera 31’emîn a damezrandina Navenda Çanda Mezopotamya. Loma diavêjin ser malên ciwan û hunermendên kurd. Loma vê desthilatdariya şerxwaz, erişî Dayikên Aştiyê dike. Loma êrişî siyasetmedarên kurd dikin. 
 
ALA HUNERA KURDÎ LI BA YE
 
Ciwan û hunermend û siyasetmedarên û dayikên welatparêz rûmeta vî gelî ne. Em wek hunermendên kurd van kiryarên desthilatê şermezar dikin. Em wan hişyar dikin ku demildest hevalên me bên berdan. Em û em dubare soz didin gelê xwe ku ala berxwedana çand û hunera kurdî her bilind be!”