Saziyên çand û zimanê kurdî dê Cejna Şeva Yeldayê pîroz bikin

img

AMED - Saziyên Çand û Ziman ên kurdî dê 21'ê kanûnê Cejna Şeva Yeldayê li gelek deveran bi bernameyên cuda pîroz bikin.

Kovara Destar, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî - Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Navenda Çandê ya Biharê, Enstîtuya Kurdî ya li Stockholmê, Enstîtuya Kurdî ya li Elmanyayê, Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê dê tekildarî Cejna Şeva Yeldayê daxuyaniyek nivîskî dan û gotin ku ew ê di 21’ê kanûnê de li gelek deweran bi bernameyên cuda pîrozbahiyan li dar bixin.
 
Di daxuyanî ye de hat diyarkirin ku Cejna Şeva Yeldayê yek jî 3 cejnên kurdan ên sereke weke Cejna Çarşema Sor (cejna gerdûnî), Cejna Newrozê (cejna rûzemîn) ye û ew cejn bi hezaran sal in tên pîrozkirin.  Her wiha hat destnîşan kirin ku Cejna Şeva Yeldayê ji bo kurdan xwedî cihekî qedîme û weke Şevçile, Şeva Mêhr an jî Mêhra, Şevçere, Şevçile, Çilekilû, Şeva Rojvegerê, Şeva Ronahiyê, Şeva Zayîna Tav û Ronahiyê, Şeva Mîtrayê jî tê binavkirin û şeva herî dirêje û li gel vê şevê salek bi dawî dibe û saleke nû dest pê dike.
 
CEJNA DÎROKΠ
 
Di daxuyaniya hevpar de bangawaziya ji bo beşdarbûna pîrozbahiyan hatiye kirin û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Yelda xwedî fikr, raman, felsefe, bawerî û bûyereke mezin a dîrokî ye. Yek ji pîrozweriyên felsefe, bîr û baweriya mîtrayî ye, ku ev felsefe, bîr û baweriya kurdan a herî qedîm a xwezayî, xwebûnî û gerdûnî ye. Li gor daneyên lêkolîn û vekolînên dîrokî û zanistî ‘Noel’ anku sersala mîladî ku îro li her aliyê cîhanê tê pîrozkirin jî bingeh û çavkaniya xwe ji Şeva Yeldayê digire. Cejna Yeldayê bi hezaran sal e, li her çar milên Kurdistanê wek cejneke neteweyî tê pîrozkirin. Lê sed mixabin ji ber dagirkirina Kurdistanê ya bi sedan sal e wek gelek nirxên din, ev nirxê kurdan ê neteweyî jî hatibû asta jiholêrakirinê. Îro di encama têkoşîna neteweya kurd a bêhempa de wek gelek nirxên din ên kurdewar ev çand, bawerî û felsefeya pîroz a Şeva Yeldayê jî carek din zindî dibe û li her çar milên Kurdistan û li her derên cîhanê yên ku kurd lê dijîn belav dibe.
 
BANGA TEVLIBÛNA PÎROZBAHIYÊ
 
Em li ser bingeha vê rastiyê, di serî de hemû tevger, sazî, dezgeh û derdorên pêşeng bang û gazî li hemû kurdên li her çar milên Kurdistan û li her derê cîhanê dikin ku bi hest, hiş û giyanê yekbûna neteweya kurd a azad Cejna Yeldayê, anku Şevçileyê bi şahî û bernameyên cur bi cur pîroz bikin û têkoşîna parastin û pêşxistina nirxên neteweya kurd li her derê bilindtir bikin.
 
Em wek sazî dê bi boneya vê rojê li gelek bajaran bi şahî û bernameyên cur bi cur Cejna Yeldayê pîroz bikin. Cejn û Şeva Yeldayê yan jî Şevçile li neteweya kurd û hemû mirovahiyê pîroz be.”