NÇM’ê ragihand ku tevî binçavkirinan jî wê konsera hatiye qedexekirin li dar bixin

img
STENBOL - Polîsên ku êrişî endamên NÇM’ê yên bertek nîşanî qedexekirina konsera “Em ê bêjin” dan kirin, herî kêm 25 kes binçavkirin. NÇM’a bertek nîşanî binçavkirinan da, ragihand ku tevî hemû zextan wê konsera xwe li avahiya HDP’a Bagcilarê li dar bixin. 
 
Konsera ku Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) plan dikir bi dirûşmeya “Em ê bêjin” li Navenda Pêşanî ya Yahya Kemal Beyatli ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê bike, ji aliyê Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê ve bi hinceta “Wê bibe sedema pergala cemaweriyê xera bike” hate qedexekirin. Ji bilî hunermendên NÇM’ê yên bertek nîşanî biryarê dan, parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û gelek welatî xwestin li ber deriyê Navenda Pêşanî ya Yahya Kemal Beyatli daxuyaniyê bidin. 
 
Lê polîsan êrişî girseya ku xwest daxuyaniyê bide kir. Girseyê li ber xwe da û polîsan girse dorpêç kir. Girseyê bertek nîşanî dorpêçê da û bi dirûşmeya “Zext nikarin me bitepisînin” bertek nîşanî astengkirinê da. Polîs ji girseyê gelek kes binçavkirin. 
 
‘NIKARIN DENGÊ ME QUT BIKIN’
 
Parlamenterê HDP’ê Pîroglû bertek nîşanî binçavkirin û mudaxileya polîsan da û wiha got: “Dijminatiya desthilatê ya li dijî çandê, li dijî kurd û çanda kurd berdewam dike.” Pîroglû bang li desthilatê û polîsan kir û wiha got: “Bi qedexeyan nikarin dengê me qut bikin, nikarin gerandina govendan bisekinînin.”
 
Hate hînbûn ku 25 kes hatine binçavkirin û kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Vatanê ya li Fatîhê. 
 
JI BO KONSERÊ BANG KIR
 
NÇM’ê diyar kir ku bi biryar in konsera xwe li dar bixin û li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyaniyek parve kir. NÇM’ê ragihand ku wê konsera xwe saet di 19.00’an de li avahiya Rêxistina HDP’a Bagcilarê li dar bixin.