Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin

img
STENBOL - Li dijî astengî û qedexeyên li ser çand û zimanê kurdî yên desthilatê wê bi dirûşmeya “Em ê bêjin” di 17’ê kanûnê de li navçeya Kuçukçekmeceyê konserek were lidarxistin. Hunermend Engîn Cengîz bi lêv kir ku armanca polîtîkayên pişaftinê tesfiyekirina hêza birêxistin a civakê ye. 
 
Polîtîkayên pişaftinê yên dewlet li dijî çand, huner û zimanê kurdî dimeşîne berdewam dikin. Bi taybetî di demên dawî de bi qedexeyên aktîveteyên civakî zext xwe didin nîşandan. Li dijî hişmendiya qedexeker jî têkoşîn bi awayekî biryardarî didome. Amadekariyên konsera ku bi dirûşmeya “Em ê bêjin” wê li Navenda Pêşande ya Yahya Kemal Beyatli ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê dê di 17’ê mijdarê de ji aliyê Şîrketa Organîzasyonê ya Seymenê ve were lidarxistin berdewam dikin. Di konsera ku wê bi gelek zaravayên kurdî stran werin gotin de wê hunermend Erdogan Emîr, Mehmet Atli, Koma Muzîkê ya Îranê Rastak û koma Şahiya Stranan wê derkevin ser dikê. Di konserê de wê gelek stranên ku ji kurdî wergerî tirkî hatine kirin wê bi kurdî werin gotin. 
 
Perwerdekarê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û hunermend Engîn Cengîz û ji Organîzasyona Seymenê Dîlan Sûyû li ser qedexeyên konser, şano û aktîvîteyên kurdî yên di demên dawî de zêde bûne û naveroka konserê axivîn. 
 
AVANIYA ÇANDA KURDΠ
 
Engîn Cengîz qala avaniya civaka kurdan kir û wiha got: “Dema ku em ji aliyê dîrokî ve lê dinerin, civakeke ku di wateya klasik de nebûye dewlet, çawa kariye çanda xwe evqas xurt bigihîne îro. Ji bo vê tenê ravekirinek heye. Ew jî bi dînamekên xwe civakbûn e.” Cengî, anî ziman ku di civaka kurd de bi taybetî qada muzîkê gelek xurt e û destnîşan kir ku qonaxa yekemîn û girîng a vê yekê dengbêjî ye û civak û çanda kurd bi dengbêjiyê ber bi pêşerojê ve tê birin.”
 
‘DIVÊ ZÊDETIR BERÊ XWE BIDIN HILBERÎNÊ’
 
Cengîz ê çand û hunerê weke “rewşa hebûnê ya civakê” penase kir, anî ziman ku civaka kurd civakeke ku xwedî dewlemendiyeke çandî ye û wiha berdewam kir: “Di demeke ku her tişt xwe dubare dike de divê mirov berê xwe bide hilberînê. Lê dema mirova qala hilberînê dike jî mirov nikare weke şûşeyeke di kargehekê de were hilberandin hunerê hilberîne. Ji bo vê divê mirov wateyekê bibîne û di nav jiyanê de be.”
 
ARMANC HÊZA CIVAKÎ YE
 
Cengîz, bi lêv kir ku hişmendiya qedexeker a dewletê ya li dijî çand û hunerê ji berê ve berdewam dike lê li dijî vê têkoşîneke bi salan tê dayîn jî heye û diyar kir ku qedexeyên berfireh ên li ser çand û hunerê, bi eleqeya civakê ya di vî warî de nîşan dide re, xuya bûye. Cengîz, bi bîr xist ku ji bilî saziyên kurdan li dijî gelek kes û komên muzîkê çêdikin astengî heye û wiha got: “Hikumet dema vê dike bi navên ji nirxên civakê dûr, populîst û bîatî wê dike re li Sûr û Cizîrê mîhrîcanan li dar dixe. Yên ku bîatî desthilatê nekin jî weke ‘terorîst’ tên nîşandan û hewl tê dayîn hêza rêxistinkirî tesfiye bikin. Hedefa esas jî ji holê rakirina çand û zimanê civakê ye.”
 
‘EM Ê DEST JI BERXWEDANÊ BERNEDIN’
 
Ji Organîzasyona Seymenê Dîlan Sûyî jî wiha got: “Her aktîvîteya ku em bikin beriya 3-4 saetan destpêkirina wê tê qedexekirin. Lê tevî her tiştî jî em ê dest ji berxwedanê bernedin.” Sûyû, destnîşan kir ku çand û zimanê dayikê yê hewl tê dayîn bidin jibîrkirin, hewl didin bi konseran li ser piyan bidin sekinandin û wiha got: “Armanca kombûna Şahiya Stranan bi berteka li dijî wergera stranên kurdî ya tirkî çêbû. Di çarçoveya vê projeyê de hemû stranên me yên wergerî tirkî hatine kirin ji bo dîsa bi kurdî bêjin me ev proje da destpêkirin û ev proje weke 3 album derket holê.” Sûyû, diyar kir ku di konsera 17’ê mijdarê de wê hemû ziman bên gelhev û ji bo xwedî derketina çand û hunerê bang li hemû gel kir.