Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatin dayîn

img
 
 
AMED - Merasîma xelatdayînê ya Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hat lidarxistin.
 
Merasîma xelatdayinê ya 9’emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li avahiya Odeya Endezyarên Makîneyê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê hat lidarxistin. Helbestvan û nivîskar Îrfan Amîda, xelata Bahadîn Akhan da ku di pêşbirkê de bi ser ketibû. Li ser navê Akhan, helbestvan Şehmûs Kûrt xelat wergirt. Her wiha Necla Akay, xwişka Arjen Arî jî xelata rûmetê da Ragip Zarakoglû. Denîz Zarakoglû, li ser navê bavê xwe xelat wergirt. 
 
Encama pêşbirkê meha Gulanê hatibû eşkerekirin. Jûriya pêşbirkê ya ku ji Îrfan Amîda, Necla Arî, Hatîce Kiliç, Hamîd Omerî û Rêdûr Dîjle pêk dihat, bi dengên xwe Bahadîn Akhan hêjayî xelatkirinê dîtin. Bahadîn Akhan bi dosyaya xwe ya bi navê “An jî gilî û gotinên li ser hatinê” beşdarê pêşbirkê bûbû. 
 
JURIYA SALA NÛ DÊ WERE DIYARKIRIN
 
Di merasîmê de ewilî Nûnerê Weşanên Sorê yê Amedê Reşo Ronahî axivî. Ronahî malavayiya hemû beşdaran kir û bal kişand ser kesên berê xelatên pêşbirkê wergirtine. Ronahi bibîr xist ku ji kesên ku berê xelata rûmetê wergirtine yek jê Şebnem Korûr Fîncanci bûye û wiha got: “Yek ji wan kesên ku xelat girtî jî Osman Kavala bû ku 5 sal in di girtîgehê de ye. Îro jî Ragip Zarakoglû ku ji welatê xwe koçber bûye û hêj jî dewleta Tirkiyeyê gefan lê dixwe xelat wegirtiye. Dîsa Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî ku li dijî dagirkirina Efrînê rabû xelat wergirtiye. Ji bo sala nû ya pêşbirkê jî em ê daxuyaniyekê bidin. Çend weşanxane û malbata Arjen Arî em ê bicivin û juriya sala nû dîyar bikin.”
 
‘EM HÊVÎ DIKIN KU KURD LI ZIMANÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN’
 
Pişt re jî xwişka Arjen Arî Necla Akay axivî û xêrhatina mêvanan kir. Akay, spasiyên xwe ji endamên jûriyê re pêşkeş kir û wiha got: “Xelatên pêşbirkê li Akhan û Zarakoglû pîroz be. Mixabin îro kesên ku xelat girtine ne li cem me ne. Rejîma niha gelek kes ji welatê wan dûr xistiye. Min hevpeyvîneke nû ya Arjen Arî temaşe kir, dibêje ‘zimanê dayikê çermê mirov e û laşê mirov diparêze.’ Em hêvî dikin ku kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û lêvegerin û kesên ku îro di girtîgehan de ne ku çendek ji wan jî xelata rûmetê girtine bigihêjin azadiya xwe. Spas ji bo we tevan, mala we ava be.”
 
‘ARJEN ARÎ DENGÊ KURDAN BÛ’
 
Îrfan Amîda ku li ser navê Akhan xelata pişbirkê da Şehmûs Kûrt, wiha got: “Divê di zimanekî de her tişt bê nivîsin. Lê heke helbest neyê nivisîn ew ziman nabe ziman. Dengê ziman rasterast helbest e. Edebiyata kurdî gelek kêm tişt li ser Arjen Arî gotine. Arjen Arî ne tenê helbesvanekî kurd bû, dengê kurdan bû.”
 
Şehmûs Kûrt ê li ser navê Bahadîn Akhan xelat wergirt jî ev tişt gotin: “Arjen Arî ruhekî ku îro di nav me de ye, dengekî nayê birîn, wekî kaniyekê ye dê di her payîz û biharan de geştir bibe. Gelek tişt li pêşiya me hene ku nahêlin em pêş ve biçin, lê me xwe spartiye helbestê. Ma me ji helbestê pêvetir çi heye.”
 
Merasîma xelatdayînê bi belavkirina diyarî û kûlîlkan bi dawî bû.