Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe

img
AGIRÎ - Ji aliyê Şaredariya Panosê ve Rojên Çand û Hunerê hat lidarxistin û bernameyê bi dîwana dengbêjan dest pê kir. 
 
Rojên Çand û Hunerê ku ji aliyê Şaredariya Navçeya Panosê ya Agiriyê ve tên lidarxistin, dest pê kir. Bernameyên van Rojên Çand û Hunerê di navbera 3-5’ê mijdarê de tên lidarxistin. Bernameyên wek dîwana dengbêjan, kargehên zarokan, şahiyên şano û konseran dê bên lidarxistin. Bernameyê duh êvarê bi şahiya dîwana dengbêjan li Navenda Çandê ya Şaredariyê dest pê kir. Dengbêj Apê Ûsiv, Mukkaddes, Miraz, Reşîdê Panosê û Evdirrehmanê Panosê di dîwanê de cih girtin û kilamên ji hevxweştir gotin. Gele kes tev li bernameyê bû û heta derengiya şeve berdewam kir. 
 
Di çarçoveya bernameyê de wê îro lîstika şanoyê ya bi navê “Xal û Xwarzê” ya Navenda Çanda Mezopotamya derkeve hemberî temaşevanan. Sibê jî wê kargeha zarokan bê lidarxistin. Bername dê bi konsera hunermend Azad Bedran bi dawî bibe.