8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn

img

AMED - 8’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû. Di dawiya mihrîcanê de hat diyarkirin ku ew li dijî tecrîdê, ji bo girtiyên nexweş û çapemeniya azad li ser dikê bûn. 

Bajarê Amedê carek din mazûvaniyê ji rojên şanoyê re kir. 8’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê ku bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax” di 20’ê cotmehê de dest pê kir û îro bi dawî bû. 11 roj li eywana Şanoya Bajêr a Amedê ya li semta Dîclekentê ya navçeya Peyasa Amedê lîstikên curbicur derketin ser dikê û performansên xwe nîşan dan. Her wiha gelek mêvanên Mihrîcanê ji rojhilat, başûrê Kurdistanê, Stenbol, Ewropayê hatibûn. Di roja 11’emîn a mihrîcanê de ewilî lîstika bi navê “Serencama Qijikan” a Şermola Performansê derket ser dikê. Piştre lîstika “Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû” ya Koma ŞanoWan derket pêşberî şanohezan. Di her du lîstikan de jî ji ber beşdariya zêde cih li eywanê nema. 
 
'SERENCAMA QIJIKAN’
  
Lîstika “Serencama Qijikan” Mîrza Metîn nivîsandiye û bi hevkariya Berfîn Zenderlîoglû derhêneriya wê dike. Di lîstikê de Ozlem Taş, Nagîhan Gurkan, Mensûr Zîrek, Sadîn Yeşîltaş, Denîz Sal, Xoser Rayîrwan, Erturk Erkek, Selîm Akgul û Haznî Demîr dilîzin. 
 Lîstik wiha hatiye ravekirin: “Bajarek ku tank serda çûne, ax ronak (kızıl) bûye û hatiye terikandin. Meçêtirên (cin) bi navê Mar, Wan û Zen yên bajarê ronak, deq û dolabên ecêp tîne serê rêwiyan. Kalê ku bi tenê û pîr e, bi hêvî benda kesên ku çûyinê disekine û qijik tên bajar. Qijik, bi rojanin di tûrneyê de ne û temaşevanên xwe digerin. Dê bibînin? Kes nizane. Di bajarê ronak de asî dimînin. Bajarê Ronak, di nava çîrokek pir bi êş de vedigere govendê. Çîrok jî, govend jî wek merhemê ye, baş dike birînan.” 
 
'HAYLO DÎSA TEVLÎHEV BÛ’  
 
Nivîskar Dilawer Zeraq ji berhema nivîskarê Fransî Claude Magnier lîstika “Haylo Dîsa Tevlîhev Bû” wergerand kurmancî. Pormiyera lîstikê cara ewil li Wanê hatibû pêşandan. Lîstik ji aliyê lîstikvanên ŞanoWan ve tê lîstin û derhêneriya lîstikê jî Nazmî Kahraman kiriye. Lîstik li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê cara ewil nîşanî temaşevanan hat dayîn. Lîstik li ser xebatkarên ku li cem fabrîkatorek dewlemend dixebitin hatiye nivîsandin. Naveroka lîstikê mîzah e û bi zimanekî kêfê tê vegotin. Lîstikvan bi piranî devoka kurmanciya herêma Behdînanê diaxivin û ev ziman rengek cuda li lîstikê kiriye. 
 Piştî lîstikê derhenerê kurd Ghotbedîn Sadeghî yê ji rojhilatê Kurdistanê, li ser navê Şanoya Bajêr a Amedê plaket da lîstikvanan. Di heman demê de endamek Şano Rad (Ûrmiye) ku ji ber du endamên xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê hatibûn girtin nekarîbûn tev li mihrîcanê bibin derket ser dikê û ji bo berxwedana li rojhilatê Kurdistanê daxwaza deqeyekê rêzgirtinê kir. 
  
‘BERXWEDANA 4 PARÇEYÊN KUDISTANÊ HAT SILAVKIRIN’  
 
Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Ozcan Ateş, piştî bernameyê axivî û da zanîn ku 17 komên şanoyê û 2 semîner û kargehek hat organîzekirin. Ateş diyar kir ku ji 17 koman 12 kom şanoya kurd bûn û wiha pê de çû: “Bi tevahî nêzikî 110 şanoger û mamosteyên şanoya kurdî bûn mêvanê me. Ji ber vê yekê em gelek kêfxweş û serbilindin. Her wiha ji wan 12 komên şanoya kurdî gelek şêwaz û nêrînên cûda derketin holê. Vê yekê dewlemendiya şanoya kurd jî derxist holê. Em gelek kêf xweş in ku hûn tevlî mihrîcana me bûn. Mihrîcana me, di demekî ku li 4 parçeyên Kurdistanê êriş hebûn derbas bû. Binçavkirin çêbûn û li dijî van yekan berxwedanek hebû. Em bi 8’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê vê berxwedanê silav dikin.”  
 
‘EM JI BO ÇAND Û ZIMANÊ XWE LI SER DIKÊ BÛN’  
 
Ateş di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ji bo Jîna Emînî, karkerên madenan, Çiyayê Cûdî, li dijî tecrîdê, girtiyên nexweş û zilma ku li wan tê kirin, çapemeniya azad, çand û hunera xwe, zimanê xwe li ser dikê bûn. Gelê me li vir e, çanda me li vir e, hunera me li vir e û zimanê li vir e. Em ê her tim jî li vir bin. Bi van hestan, em spasiya wan komên ku beşdarî mihrîcana me bûne dikin. Ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa mamosteyên me yên şanoyê li gel me bûn û em spasiya xwe ji wan re jî dikin. Spas ji bo MaMusic, Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Odeya Bazirganiyê û her kesê ku keda wan di vê mihrîcanê de derbas bûne. Spasiya herî mezin jî, ji we şanohezan re dikim. We 11 rojan em bi tenê ne hiştin, mala we ava be.”  
 
ARJEN ARÎ HAT BIBÎRANÎN
 
Şanoger Ozcan Ateş her wiha helbestvanê nemir Arjen Arî ku îro salvegera 10’emîn a koça wî ya dawiye jî bi bîr anî û wiha got: “10 sal berê îro helbestvan Arjen Arî jiyana xwe ji dest dabû. Bi gotina wî ya ‘Va ye Cûdî û va ye ev ax’ me mihrîcana xwe li dar xist û em wî bi rêzdarî bi bîr tînin.”