'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin

img
AMED – Di 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstikên bi navê “Kûçikê Stalîn” û “Jiyan Ji Te Pir Hezdikim” hatin lîstin.
 
8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ku bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax” di 20’ê cotmehê de dest pê kir û dê di 30’ê cotmehê de biqede, li eywana Şanoya Bajêr a Amedê ya li Semta Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê berdewam dike. Di roja 9’emîn a mîhrîcanê de lîstikên bi navê “Kûçikê Stalîn” ku Zinar Ataman û Hayat Senî Çok Seviyorum (Jiyan Ji Te Pir Hezdikim) ya Helbestvan Îlhan Samî Çomak ku 28 sal in di girtîgehê de ye, hatin lîstin. Her du lîstik, rastî eleqeyeke mezin hatin.
 
NAVEROKA 'KÛÇIKÊ STALÎN'
 
Lîstik bi çavê kûçikekî tê vegotin ku di 1942’yan de, di laboratuwarên Pavlov de bi awayekî hovane bi birçîtiyê hatiye perwerdekirin da ku di bin tankên almanî de were teqandin. Lîstik behsa çîroka bi hezaran kurdên ku di sala 1937’an de ji Ermenistanê ber bi Qazaxistanê ve hatine sirgûnkirin û her wiha behsa Stalîn, Sergeyv, Bavê Nadir, sirgûnî, mirin, birçîtî û rastiyên diltezîn ên şer û karesata li eniya Şerê Cîhanê yê Duyemîn dike. Piştî lîstikê, ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve plaket hat dayîn. 
 
JIYAN JI TE PIR HEZ DIKIM
 
Lîstik, ji zaroktiyê hetanî dema girtina Îlhan Samî Çomak û helbestvanî, tekoşîna wî ya ji bo edaletê û şeklê têgehiştina jîyanê ya Çomak vedibêje. Lîstika “Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim” ku ji Sahneya Modayê Alî Tekbaş û Gulseven Medar tê de dilîzin, bi tirkî hat pêşkêş kirin. Temaşevanan lîstika ku stran jî tê de hatin gotin eciband û hezkirina xwe bi çepik û tilîliyan nîşan dan.
 
Piştî ku lîstik bi dawî bû lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Ozcan Ateş malavayiya Sahneya Modayê kir û di kesayeta Îlhan Samî Çomak de ji hemû girtiyên siyasî re silav hatin şandin. Plaketa ku Şanoya Bajêr a Amed ji bo lîstikvanan amade kiribû ji aliyê xwîşka Îlhan Samî Çomak, Reyhan Çomak ve hat dayîn. 
 
Bernameya sibê wiha ye: 
 
*Sahneya Modayê - Jiyan Ji Te Pir Hezdikim (15.00)
 
*Teatra Jiyana Nû – Lîstik (20.30)