Migirdîç Margosyan hat bibîranîn

img
AMED - Di çarçoveya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê yên 4'emîn de, nivîskarê ermen Migirdîç Margosyan bi bernameyekê hat bibîranîn. 
 
Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê yên 4'emîn ku ji aliyê Weşenxaneya Lîsê, Navenda Hûnerê ya Amedê û Wejegeha Amedê ve bi dirûşmeya “Heqîqeta di zimanê xeyalê de” tên li darxistin berdewam dikin. Di bernameya îro ya Rojên Wejeya Berawirdî de ji bo nivîskarê ermen Migirdîç Margosyan li Dêra Sûrp Gîragosê bernameya "Ji bo bîranîna Margosyan" hat lidarxistin. 
Nivîskar Rober Koptaş, Abdullah Aren Çelîk, Eylem Ata Guleç, Kerem Bakici, Nûrcan Kaya, Mehmet Mahsûm Oral û Muharrem Erbey li ser Migirdîç Margosyan axivîn.
 
'HER TIM BÊRIYA AMEDÊ DIKIR' 
 
Di destpêkê de nivîskar Ohannes Gafûr Ohanyan axivî. Ohanyan bi lêv kir ku Margosyan li Amedê ji dayik bûye û ji bo zimanê xwe yê dayikê hîn bibe, malbatê ew şandiye Stenbolê. Ohanyan anî ziman ku Margosyan tu carî ji Amedê dûr neket û wiha dom kir: "Jiyana wî bi gelemperî li Stenbolê derbas bû. Lê her tim bêriya Amedê dikir. Tu carî nikaribû ji Amedê dûr bikeve. Sûrê pir meraq dikir, lê dema bihîst ku Sûr hilweşiyayê pir xemgîn bû." 
 
'NEDIXWEST JI AMEDÊ DERKEVE'
 
Rober Koptaş jî diyar kir ku Margosyan tu car nexwestiye ji Amedê derkeve û ev tişt gotin: "Ne dixwest ermenî jî ji Amedê derkevin. Lê piştî şerê Qibrisê ermenî ji Amedê derxistin. Divê dema me Margosyan bibîranî, em zextên li ermeniyan hatine kirin jî jibîr nekin. Dûrketina wî ya ji Amedê û bêrîkirina wî ya ji bo Amedê bandor li ser wêjeya wî jî dikir." 
 
Pişt re jî Abdûllah Aren Çelîk axivî. Çelîk got: "Heke em li pey şopên gotinên Margosyan ên di Taxa Filla de bikevin, em ê bigihêjin rojên Amedê yên pirdengî." 
 
Kerem Bakici jî anî ziman ku 5 deqeyan bi Margosyan re axiviye û Margosyan ji wî re gotiye "çi dinivîsî binivîse lê ji çanda xwe dûr nekeve." Bakici got ku ji wê rojê heta niha ez tu carî ji çanda xwe dûr neketime. 
 
Eylem Ata Guleç, Nurcan Kaya, Mehmed Masûm Oral û Muharrem Erbay jî bîranînên xwe yên bi Margosyan vegotin.
 
Di dawiyê de beşdarên bernameyê jî bîranînên xwe yên bi Margosyan re vegotin û bername bi vî awayî bi dawî bû.