Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome

img
 
AMED - Di 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstika îro ya Şanoya Radê ya Ûrmiyeyê, ji ber girtina du endamên şanoyê hat betalkirin.
 
Mîhrîcana Şanoyê ya 8’emîn a Amedê didome. Di bernameya îro de, dê lîstika bi navê “Qabûza Mêrûyan” ya Şanoya Rad a ji Rojhilatê Kurdistanê bihata lîstin. Lê hat zanîn ku Şanoya Rad ji ber girtina 2 endamên xwe yên navên wan nehat hînkirin tevlî mîhrîcanê nebûne. Ji ber vê lîstika Şanoya Radê, wekî sînevîzyon hat pêşkêş kirin.
 
Lîstikvana Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektarê beriya destpêkirina sînevîzyonê têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku Şanoya Rad, ji ber girtina 2 endamên xwe tevlî mîhrîcanê nebûye. Emektarê bi lêv kir ku komê peyameke bi deng ji wan re şandine û diyar kiriye ku dê nikaribin tevlî mîhrîcanê bibin û wiha got: “Şanoya Rad ya dê ji bajarê Ûrmiyeyê bihata peyameke bi deng ji me re şand û diyar kir ku ew ji ber girtina 2 endamên xwe nikarin tevlî mîhrîcanê bibin. Me jî peyamek ji wan re şand lê ji ber qutkirina înternetê bersiva me nedan. Em nizanin kîjan endamên wan hatine girtin û niha di çi rewşê de ne. Me jî biryar girt ku em lîstika wan wekî sînevîzyon bidin pêşkêşkirin.”
 
Lîstika ku bi sînevîzyonê hat pêşkêşkirin, behsa êşên li ser erdnîgariya kurdan û bandora wan êşan a li ser malbatên kurdan dike. 
 
Benameya sibê wiha ye:
 
*28'ê Cotmehê: Alan Theatre - Kûçikê Stalîn (15.00)
 
 
*28'ê Cotmehê: Moda Sahnesî - Hayat Senî Çok Seviyorum (20.30)