Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome

img
AMED -Îro di 8'emin Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê de lîstikên bi navê "Morî" û  "Çîrokeke Cengê" hatin lîstin. 
 
8'emin Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê ku bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax!" dest pê kir, didome. Bernameya şanoyê ya îro bi lîstika "Morî" ku ji aliyê Şanoya Mask û Şanoya Temrînê ve hatibû amadekirin dest pê kir. Mmaosteyê şanoyê Ghotbedin Sadeghî yê ji Îranê jî di nav de gelek şanohezên ji Başûrê Kurdistanê û ji bajarên derdorê tevlî bernameya îro bûn. Berî şanoyê lîstikvan, derhêner û şanohez li ser şanoyê sohbet kirin. 
 
Piştî sohbetê bernameya îro bi lîstika "Morî"yê dest pê kir. 
 
Lîstik ji aliyê Serdar Tûrhan hatiye nivisîn û derhênerê wê Cengîz Yasar e. Di lîstikê de Ozge Samûkê lîst. Mijara "Morî"yê li ser jineke 29 salî ye ku di tekstîlê de dixebite. Morî, di nava bahola xwe ya belav bûyî de bîranîn, ciwanî û jinbûyina xwe, dêya xwe û birayên xwe dihewîne û li ser mijarên, pirsgirekên civakî, zewac, zext û qetilkirina jinan disekine. 
 
Piştî lîstikê lîstikvana ŞanoWanê Perînaz Delazyê plaket da Samûkê. 
 
Di dawiya bernameya îro de lîstika "Çîrokeke Cengê" ya ji aliyê Mûrathan Mûngan ve hatiye nivîsandin û Îhsan Ararat ew wergerandiye kurdî hat lîstin. Mijara "Çîrokeke Cengê" bi ser şerê Binalî Axa û Temo dest pê dike. Lîstik balê dikişîne ser, hevaltî, dijminatî, êş û bêbextiyê.
 
Sibê dê di mîhrîcanê de lîstika "Tu Ne Gara Yî" û "BEST: Son Çagri" bê lîstin.