Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin

img
MÊRSÎN - Ji bo pirtûka hunermend Kadîr Çat ya bi navê "Cemîle", bernameya îmzeyê hate lidarxistin. 
 
Li Mêrsînê ji bo pirtûka hunermend Kadîr Çat ya bi navê "Cemîle", ku sê çîrok tê de ne bernameya îmzeyê hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Bedriye Kûş û gelek kes tev li bernameya îmzeyê ya li Navenda Çanda Sanatoliya hate lidarxistin bûn. 
 
Çat, piştî îmzekirina pirtûkê, stran gotin.