Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome

img
 
AMED - 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajar a Amedê di roja 2'yemîn de bi lîstikên, "Tayo, Datdat ve Oncekî Bazi Hayatlar" û "Qesra Balindeyên Xemgîn" berdewam kir. 
 
8'emin Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê ku bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax” dest pê kir, li eywana xwe ya li semta Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê di roja 2'yemîn de berdewam kir.  
 
Di destpêke de lîstika, "Tayo, Datdat ve Oncekî Bazi Hayatlar" hat lîstin. Lîstik ji aliyê endamê Baroya Amedê Bawer Karahanci hatiye nivîsandin û parêzer Sedat Benek tê de dilîzê. Di lîstikê de 2 hevalên hev ên piştî mirinê vegeriyane dinê û di nav aloziyan de ne û di navbera hev de qala, evîn, mirin, huner û otorîteyê dikin û balê dikşînin ser bîranînên jiyana xwe ya berê. 
 
Pişt re jî lîstika "Qesra Balindeyên Xemgîn" hat lîstin. Lîstik li ber romana Bextiyar Elî hatiye nivîsandin. Teksta lîstikê ji aliyê Alan Ciwan û Huseyîn Umaysiz ve nivisandin û ji aliyê Xezal Redkanî û Alan Cîwan ve tê lîstin. Di lîstikê de lîstikvan li ser bedena xwe bi bêhn, deng, reng û stranan di dema niha de dikevin pey şopa rêçên xwe û dipirsin, "Ya ku me dike em çi ye?"
 
Piştî lîstikê Şanoya Bajêr a Amedê plaket da lîstikvanan û lîstikvanan jî nûnerên xwe silav kirin. 
 
Bernameyên Mîhrîcanê yên sibe wiha ne:
 
*22'yê Cotmehê: Sureyya Karacabey – Semînera Şano û Demê (12.30)
 
*22'yê Cotmehê: Ban Theather (Elmanya-Hambûrg) û Antract Theather (Belçîka) - Qesra Balindeyên Xemgîn (15.00)
 
*22'yê Cotmehê: Rêveberîya Hunera Şanoyê (Duiok) - Birdank (20.30)