Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî

img

ŞIRNEX - Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek a li Cizîrê ku xebatên ziman pêş dixe, bi kongreya xwe ya awarte re rêveberiya xwe ya nû diyar kir.  

 
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ku li Cizîrê xebatên ziman pêş dixe, 1’emîn Kongreya Xwe ya Awarte li baxçeyê komeleyê li dar xist. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên  Azad (TJA), rêveberên Komelaye Nivîskaran a Mezopotamyayê  û gelek kes tev li kongreyê bûn. 
 
TÊKOŞÎNA ZIMAN
 
Piştî ku endamên divanê hatin hilbijartin, kongre bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Zekî Îrmez bal kişand ser giringiya ziman û çandê û wiha got: “Dema ku ziman nebe gel jî nabe. Ji ber wê têkoşîna ziman gelek girîng e. Ziman çand û hunera me ye. 100 sal e ji bo ku hebûna me tune bikin hewl didin gelê me asîmîle bikin. Li dijî van politîkayên asîmîlasyonê têkoşînên mezin hatin jiyîn. Em kesên ku di vê oxirê de têkoşiyane bi rêzdarî bi bîr tînin." 
 
HIŞYARIYA MÎHRÎCANA QEYÛM
 
Hevseroka Bajêr a Şirnexê Sabûha Akdag jî destnîşan kir ku divê ji bo zimanê kurdî tune nebe têkoşîn were dayîn û ev tişt gotin: “Divê em wek jin û dayik bibin pêşengên vê têkoşînê. Li malên xwe û li kolanan divê em vê têkoşînê bimeşînin. Ev berpirsyariya me tevan e. Desthilat ji bo ziman û çanda me asîmîle bike listikên qirêj dilîze.  Di demên dawî de wekî her kes dizane di bin navê mîhrîcanê vê listikê didomînin. Divê em li dijî van listikan hişyar bibin. Em ê qebûl nekin ku li ser nirxên me mîhrîcan bên li dar xistin." 
 
RÊVEBERIYA NÛ HAT DIYARKIRIN
 
Piştî axaftinan, raporên malî û xebatên komeleyê hatin xwendin. Duvre jî hilbijartin hat kirin. Fatma Gîzleyîcî û Cahît Akil bûn hevserokên nû yên komeleyê. 
 
Bi dawîbûna hilbijartina rêveberiyê re, dîwana dengbêjan hat avakirin û kilamên dengbêjan li baxçeyê komeleyê olan dan.