LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake

AMED - LaWje ji bo bîranîna Jîna Emînî helbesta “Keça Kurd” a helbestvan Cegerxwîn kir stran. 
 
Koma LaWje ku bi stran û muzîka herêma Behdînanê tê nasîn, bi armanca piştgiriyê bide serhildana ji bo Jîna Emînî ya li Îranê hat qetilkirin, destpêkirin, stranek amade kir. LaWje helbesta “Jina Kurd” a helbestvanê kurd Cegerxwîn kir stran. LaWje diyar kir ku ew bi vê stranê berxwedana jinan silav û pîroz dikin. 
 
Stranbêjê LaWje Alî Tekbaş stran striye û dîmenên videoyê jî ji berxwedana jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêk tê. Klîb li ser kanala YouTube ya LaWje hat belavkirin. 
 
‘ME XWEST EM DENG BIDIN BERXWEDANÊ’ 
 
Alî Tekbaş ku der barê pêvajoya çêkirina stranê de agahî da, destnîşan kir ku ji ber ku ew naxwazin ji bo berxwedanê bêdeng bimînin wan xebateke wiha pêk aniye. Tekbaş got: “Êş û rojên reş li cîhanê serdest bûye. Lê hêviya me ya avakirina jiyana azad heye. Hestên hunermendan jî mîna gel di rêça dabînkirina aştiya civakî de ne. Em bi hemû zindiyên xwezayê re girîngiyê didin jiyana mirovan. Bingeha 'Jin, jiyan, azadî' jin e, jiyan heye, azadî heye. Jin sembola azadiya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê me nexwest em bêdeng nemînin. Me xwest em dengê xwe bidin serhildana jinên Rojhilat. Cegerxwîn di helbesta xwe ya bi navê 'Keça Kurd' de dibêje 'Rabe serî hilde'. Jinan jî serî hildan. Niha dema şikandina vê bêdengiyê ye.”
 
‘DIVÊ EM BI HUNERÊ TEV LI BERXWEDANÊ BIBIN’ 
 
Tekbaş da zanîn ku ji bo li hemberî vê serhildanê bêdeng nemînin wan helbesta Cegerxwîn a bi navê "Keça Kurd" ji nû ve sererast kirin û gotine û wiha got: "Em di wê baweriyê de ne ku divê hunermendên kurd li her qadê dengê xwe bilind bikin û bi hunera xwe tevlî berxwedanê bibin."
 
Risteyên helbesta “Keça Kurd” wiha ne: 
 
“Keçê rabe serî hilde
Divê çaxê hû nabî
Binêr jin çûn ezmana
Heta kengî di xewda bî?
 
Dixwazim zû bixwênî 
Gavan pêj de bavêjî
Ji dijmin re tû mêrkujî
Di hundir de paqijî
 
Wekî findê dikî ronî, li bajêr yan li gund rûnî, diya şêr û pilinga bî, hevala ser bilinda bî
 
Erê şoxê erê şengê
Were em herin vê cengê
Şirîn û nazik û rind bî
Şekir lêv û spî zend bî”