Pirtûka Mehmet Serhat Polatsoy a ‘Ez dînêberedayî nînim’ derçû

img
AMED - Pirtûka Mehmet Serhat Polatsoy a bi navê “Ez dînêberedayî nînim’ ku girtin, binçavkirin, îşkencekirin û îftîrayên piştî Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê û serpêhatiyên xwe tê de vedibêje, di Weşanên Sîdarê de derçû. 
 
"Gelo hûn qet sê caran bi îdiaya bombeyê hatin girtin û li gel ku derheqê bombeyê de tu delîl nebûn jî hûn qet di nava aloziyeke wiha de man an na? Tiştekî xerîbe ne wisa? Jiyana min, bû alozî. Gelo hûn qet bi qetilkirina hevalên xwe hatin tawanbarkirin? Tiştekî xerîb e ne wisa? Ez hatim tawanbarkirin. Dema hûn li mala xwe rûniştî û we televîzyon temaşe dikir, we qet dîtiye ku hûn hatine girtin? Tiştekî xerîb e ne wisa? Min temaşe kir.” Nivîskar Mehmet Serhat Polatsoy ku ev pêvajo jiyan, hedef hat nîşandan û hat îşkencekirin. Polatsoy, tiştên ku ji ber çendek peyamên li ser hesabeke ne aydê wî hatine parvekirin bi serê wî hatin, bi mebesta ku di dîrokê de cih bigirin di pirtûka “Ez ne dînêberedayî me” de vegotin. Pirtûk di Weşanên Sîdarê de derçû. 
 
Polatsoy, pirtûka xwe diyarî qurbaniyên Komkujiya 5’ê Hezîranê ya Amedê, Komkujiya 20’ê Tîrmehê ya Pirsûsê, Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê, Sûr û Cizîrê kir.